Zimanê dayikê, mîna þîrê dayikê pak û þîrîn e.
Nasname mirov hebuneka bi rûmete û ew rûmet di zimen de ye.
21 Sibatê roja zimane zikmakî ya Cihane ye, UNESCO ve roja ji bo zimane ku di bin xeterede ne, ben paraztin îlan kir. Ji sala 2000 pê de 21 Sibate wek roja zimane zikmakî tê pîroz kirin.
Bi hatire vê roje li pirr derê Dinya ye semîner, civîn, panel û gotûbej ten çekirin.
Çima 21ê sibatê û ne rojeka din?
Dema ku UNESCO li ser pirsa dîyarkirina rojê di nav lêgerînê de bû, bengladesîyan 21ê sibatê pêsnîyar kir.
Di 21ê sibata 1952ê de, di xwepêsandaneka ji bo fermîbûna zimanê zikmakî de polîs 11 kes kustin. Loma Bengladesî 21ê sibatê wek roja sehîdên zimanê xwe bibîrtînin.
Benglades heta sala 1971ê mêtingeha Pakîstanê bû. Hema hema hemî bengladesî bi bengalî dipeyivîn, lê dîsa jî zimanê wan yê fermî zimanê Pakîstanê, urdu, bû. Bengladesî ji vê yekê ne razî bûn. Nerazîbûna xwe bi çalakîyên têvel diyar dikirin.
Di 21ê sibata 1952ê de, ji bo ku zimanê bengalî jî li gel zimanê pakîstanê yê fermî,urdu, bibe zimanê fermî, xwendekaran xwepêsandaneka girseyî li dar xist. Polîs êrîs bir ser xwepêsandaran û 11 kes kustin. Lê bengladesîyan têkosîna xwe ya ji bo fermîbûna zimanê xwe yê zikmakî domandin.
Hukumeta Pakistanê neçar ma ku di 1956ê de urdu û bengalî bi hev re li Pakîstanê bike zimanên fermî. 21ê sibatê, di têkosîna ji bo bikaranîna mafê zimanê zikmakî qonaxeka girîng e. Lewma UNESCoyê ev roj pejirand
Wek Kovara Vegernu, zimane me yê zikmakî (anadil) Kurdî, li Anatolî Navîn di kîjan merhale daye û çikes zimane zikmakî îro bi kar te?
Me xwest li ser ve mijara pirr mûhîm û girîn bi çend gotina bênî zimen.
Kurden Anatolî Navîn hetanî 20 sala di ber vê, zimanê xwe di pareztin.
Lê, îro em nikarinî xwe bi Kurdî bîninî zimen.
Qedexe kirina zimanê Kurdî ji alî devleta de.
Zimane hekîm
Danûsandina bi zimanê Tirkî
Qedandina jîyana gunda, ji orte rakirna rençberî û maldarî.
Hatina bajara, xwendewanî û perwerdeyî bi zimane Tirkî.
Dest helatdarî û darê zore devletê, em çav tirsandinî.
Ji xwe û ji zimane xwe fedî kirin, û bi çuk diyîna zimane xwe.
Peþta çûyîna teknolojî, cihe û are ku em li jîyan dikinî, dez û dezgehê devlete.
Perwerdeyî, Mekteb, Radyo, Televizyon, em di alî zimen da vetîsandinî.
Bê tevgerî, bê rexistin. Tevgerê ku heyî jî, ji heremê dur. Tesîra xwe li ser heremê tûnen e.
Ziman nasname yê çêdike.
Nasname mirov hebuneka bi rûmete û ew rûmet di zimen de ye.
Em jî vê rojê li hemû kesên ku zimanê dayikê wekî þîrê diya xwe pak û helal dibînin pîroz dikin.
Zimanê dayikê, mîna þîrê dayikê pak û þîrîn e.
Li zimane xwe û nasname xwe xwûdî derkevin.
Vegernu
Bu yazý toplam 202 defa okundu.