08 Eylül 2010 Çarşamba Saat 11:28
ÇOK OKUNANLAR
Karakter boyutu : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Xwarina Maladayikê bû çavkaniya debarê
04 Şubat 2010 Perşembe Saat 10:54
Eger jin bixwazin dikarin tiştên baştir bikin." Tunç, anî ziman ku ji bo jin bibin xwedî pîşe û kar divê jixwebawer û wêrek bin. Ji azadiwelat.

 

Xwarina Maladayikê bû çavkaniya debarê 

  

  

Aşxaneya bi navê kurdî ku Colemêrgê ji aliyê jinan ve hate vekirin, rastî eleqeyeke mezin hat. Rayedarên aşxaneyê diyar kirin ku

armanca wan a esas ew e ku çanda xwarinê ya herêmê bidin naskirin 

 

 

 

 

Aşxaneya xwarinên herêmî ya bi navê ‘Maladayika Colemêrgê’ li Colemêrgê bû çavkaniya jinên colemêrgî. Aşxaneya xwarinên herêmî ji aliyê gelê Colemêrgê ve rastî eleqeyeke mezin hat.

Li kolana Altaylar a bajarê Colemêrgê aşxaneya xwarinên herêmî ya bi navê 'Maladayika Colemêrgê' vebû. Aşxaneya ji aliyê 3 jinan ve bi navê kurdî hate vekirin û hewl dide ku reng û cureyên xwarinên herêmî pêşkêş bike. Aşxaneyê, li gel xwarina kiris, serûpê, dugaba, keledoş rojê 7 cureyên xwarinê pêşkêş dike. Jinên ku aşxane vekir, diyar kirin ku ew armanc dikin ku çanda xwarinê ya Colemêrgê bidin jiyandin û bidin naskirin. Jinan, da zanîn ku rastî eleqeyeke germ tên.

 

ÇANDA XWE DIDIN JIYÎN

Ji rayedarên aşxaneyê Meryem Tunç a 30 salî diyar kir ku armanca wan hem debara malbatê û hem jî jiyandina çanda xwarina herêmê ye. Tunç, da zanîn ku wan 3 jinan ligel hev kargeriyeke bi vî rengî vekiriye û wiha got: "Em dixwazin çanda xwe bidin jiyandin. Ji navê aşxaneya me jî diyar e ku em dixwazin navê çand, xwarin û kurdî bidin parastin. Piştî me ev aşxane vekir, em rastî eleqeyeke mezin hatin. Vê yekê kêfxweşiyeke mezin da me. Eger jin bixwazin dikarin tiştên baştir bikin." Tunç, anî ziman ku ji bo jin bibin xwedî pîşe û kar divê jixwebawer û wêrek bin. Ji azadiwelat.
Bu yazı toplam 347 defa okundu.
Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.
Mûrûvet Y Cacim
O BIR MILITAN
M.Salih Dalini
Mafê Ramana Azad
Mehmet Bozdağ
Farklı Bir Bakış
SİTE ANKET
Kürt sorunu ve demokratik açılım
Sizce TC bu acilimda samimi?
Sizce gene bir oyalama taktigimi?
ARŞİVDE ARA
Kovara Vegernu | Rozeta Xwe Biafirîne