Birêz Nebî Kesen di axaftina xwe de zêde li ser rewşa sîyasî a li Tirkîyê û Bakurê Kurdistanê sekinî û qala vebuna demokratîk” girtina DTP, bin çavkirina şehredare û sîyasetmedara kir.
Navçe ye Încove , Yeniceoba kasabasi) şahîyeke kultûrî li bajare Kopenhag li Danimarka hate çekirin.
Di roja. 15.01.2010 an li bajarê Kopenhage li Danîmarka şeva şahîyeke çandî bi navî navçe Încove û Kurden Anatolî Navîn bi girseyî hat li dar xistin.
Hewceya gotine ku navçe Încove yek ji wan cihe herî mezine di nav Kurden Anatolî Navîn.Wek navçe û gunde dine Kurden Anatolî Navîn, li Încove jî maldarî û rençberî êndî nikarî miroven bi xwûdî bike,wana jî berî xwe dan Avrupa.
Li Încove nêzikî 9000 hezar kes lê jîyan dike, tê gotin hêjmera navçe Încove li havîne digehêja 15.000 hezar kesa. Di navbera 4000- 5000 kes ji Încove li Avrupa û bi taybetê jî li Welatê Scandînavya jîyan dikin.
Şahî li salona dawetê a bi navî Başak Saray hat li dar xistin. Nêzikî 1200 kes tewlê bûn, xêrî ji Încovêyo moriven dor alî gunden dine Kurden Anatolî Navîn jî beşdar bûn.
Bernema şahî ji alî Hûnermend û axaftwane ve pirr dewlemend û rengîn bu. Serokê Şaredarîya Yeniceoba, Birêz Ilyas Kara, Serokê Şaredarîya bajarê Ishøj, Birêz Ole Bjørstorp, ji redaksîyona kovara Bîrnebûnê, Birêz Alî Çiftçi, ekonomîst û nivîskar Nebi Kesen amade bûn û her yekî ji wan axaftinek kirin.
Serokê şaredarîya Yeniceoba, Birêz Ilyas Kara dest pê axaftine kir. Kara di axaftina xwe giringî anî ser şahî û yek girtina hevdu yekîtîye Încovîyen.
Di şevê de her weha peymanek dostanîyê di navbera Şaredarîya Yeniceoba û Şaredarîya Ishøj de ji alîyê herdu serokşaredaran Ilyas Kara û Ole Bjørstorp ve hate îmze kirin.
Birêz Alî Çiftçi,di axaftina xwe de giranî da ser rewşa Kurden Anatolî Navîn. Birêz Çiftçi, ji Kurden Anatolî Navîn daxwaz kir ku li Kurd û Kurdîyatî xwe, li ziman,çand û kultûra xwe xwûdî derkevin.Him li Avrupa him jî welat, em dikarin peşî li hêlandine (assimilasyone ) bigrinî. Lêxwûdî derketina ziman û çanda di heman dema de lêxwûdî derketina nasname Kurdî ye, ew jî gerek bibe pirsa me hemû Kurdan.
Birêz Nebî Kesen di axaftina xwe de zêde li ser rewşa sîyasî a li Tirkîyê û Bakurê Kurdistanê sekinî û qala vebuna demokratîk” girtina DTP, bin çavkirina şehredare, sîyasetmedar û xebatkaren şehredare kir. Di hêlakê de vebuna demokratik, di hêla din de zext û zorî AKP û Dewletê li ser Kurdan tê meşandin anîn ser zimen.
Hunermende şahî: Şivan Perwer,Cane, Nurettin Çiçek,Murat Kuçukavci,û Hikmet Çoban. Bi klam û dilan e ji hev cude û rengîn,beşterwane şahî heta derengî şave xenî kirin.
Vegernu.
Bu yazı toplam 381 defa okundu.