08 Eylül 2010 Çarşamba Saat 11:35
ÇOK OKUNANLAR
Karakter boyutu : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Li Enqere û Amedê du civînên girîng
17 Ocak 2010 Pazar Saat 22:39
Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd li du bajarên girîng hewldanên çareseriyê hene. Baroyên 45 bajaran li Amedê civiyan û xwestin çareserî pêk

Prof. Dr. Cengîz Guleç di axaftina vekirinê ya konferansa Meclîsa Aþtiyê ya Tirkiyeyê de ji bo çareseriyê banga "Agirbesta bêdem" li aliyan kir û xwest dewlet dest ji polîtîkayên ‘yekperestiyê’ berde.
 

Prof. Dr. Cengîz Guleç di axaftina vekirinê ya konferansa Meclîsa Aþtiyê ya Tirkiyeyê de ji bo çareseriyê banga "Agirbesta bêdem" li aliyan kir û xwest dewlet dest ji polîtîkayên ‘yekperestiyê’ berde. Guleç, peþniyara avakirina Komîsyona Hevrûbûna bi Rastiyan a Hihûqê kir û xwest mafên zimanê zikmakî bên nasîn û riya siyasetê li pêþiya endamên PKK'ê vebe.
Meclîsa Aþtiyê ya Tirkiyeyê, bi navê, "Hê jî ne dereng e, ji bo aþtiyê çareserî di destê me de ye" bi beþdariya gelek siyasetmedar û akademîsyenan li Otela Surmeliyê ya Enqereyê dest pê kir. Axaftina vekirina konferansê ji aliyê Berdevkê Meclîsa Aþtiyê Prof. Dr. Cengîz Guleç ve hate kirin. Prof. Dr. Guleç, bal kiþand ser xebatên çareserkirina pirsgirêka kurd ên Meclîsa Aþtiyê ya Tirkiyeyê û wiha got: "Bandora me ya ji bo aþtiyê raya giþtî dikare binirxîne. Hê jî em bi yekitiyê hewl didin ku bibin alîkar. Aþtiya civakî hê jî di destê me de ye." Guleç, diyar kir ku di konferansê de li ser rewþa Tirkiyeyê û rewþa rojane ya pirsgiraka kurd û plansaziya piþt dîrokê dê bê nîqaþkirin û der barê mijarê de pêþniyar û nêrîn hatin dayîn.

FIKARA JI BO PEVÇÛNAN
Guleç, destnîþan kir ku pirsgiraka bingehîn demokrasiya rastîn, pirsgirêka kurd û rêveberiyeke adîl e. Guleç, anî ziman ku sedema xwe ji neçareserkirina pirsgirêka kurd digire û da zanîn ku ev pirsgirêk dibe sedema xizantî, diziya veþartî û pirsgirêkên giran ên îdarî û wiha got: "Gelên li Tirkiyeyê dijîn ligel giranbûna pirsgirakan jî, hewldana jiyana bi hev re nîþan dane. Ger çareseriyeke rastîn neyê dîtin, pêvçûn ji qada aliyên bi çek derkeve û xetereya gihîþtina heta nava jiyana me ya rojane hildigire."

ZIMANÊ YEKPERESTIYÊ
Guleç, diyar kir ku nîqaþ ji bo çareseriyê bingeheke erênî ava dike û xwest dewlet dest ji polîtîka û feraseta 'yekperestiyê berde. Guleç, anî ziman fikr û ramana avakirina þert û mercên aþtiyeke bi rûmet û adîl diparêzin her ku diçe zêde dibin û wiha got: "Divê tu kes ji bo fikr û ramanên xwe neyên darizandin û cezakirin. Ev yek bê tehamûliyek e. Divê vegera malê jî ne li dijî þikandina rûmetê be. Divê hikûmet di daqa vegera malê de berpirsiyariya siyasî bide ser milê xwe." Guleç, bi         bîr xist ku bi binçavkirin, girtin û operasyonan çareserî ne pêkan e û wiha dom kir: "Divê feraseta berê ya yek ziman, yek netew û yekperestiyê bi dawî bibe. Divê dawî li van polîtikayên fermî bên. Ger ku bi rastî dixwazin pirsgirêka kurd çareser bikin divê nûnerên kurdan muhatap bigrin. Ger ku bi awayekî fermî PKK'ê muxatab negrin jî divê dest ji nêzîkatiyê îmhakirinê berdin."

‘TÊKOÞÎNA RÛMETÊ YE’
Guleç, destnîþan kir ku gelê kurd têkoþînek bi rûmet dimeþînin û xwest guhertina qanûnan wekî minetekê neyê dîtin. Guleç, bal kiþand ser têkoþîna gelê kurd û da zanîn ku gelê kurd bi kedek mezin mafê xwe bi dest xistine. Guleç, destnîþan kir ku êdî gelê kurd bi nêta tasfiyekirina gelê kurd, PKK û Têkoþîna Azadiya Kurd li hewldana çaresiryê dinerin û wiha dom kir: "Rexneya li hemberî malbateke ji ber nikaribe bi zarokê xwe re bi kurdî bi axive bi gazinc û bêzare bê însafî ye. Mafê wê malbatê heye nerazîbûnê xwe bîne ziman."

AGIRBESTA DUALÎ…
Guleç, pêþniyarên çareseriyê jî pêþkêþ kirin û wiha got: "Divê êdî her du alî jî agirbestek bêdem dest pê bikin û vê yekê teqez îlan bikin. Divê endamên PKK'ê karibin bi hêzanî beþdarî siyasetê bibin û rê li pêþiya wan bê vekirin. Her wiha divê ewlehiya wan bê stendin."

KOMÎSYONA RASTIYAN
Guleç, pêþniyara hemwelatiya makeqanûnî jî kir û wiha dom kir: "Divê mafê zimanê dayikê bê dayîn. Rêveberiyên herêmî bên bi hêzkirin. Pêwiste qanûna partiyên siyasî bên guhertin û bendav dakeve jêr. Her wiha divê Komîsyona Hiqûqa bi Hevrûhatina Rastiyan bê avakirin. Divê dewlet bi hemû bêhiqûqiyên xwe re bê hemberî hev û bi PKK'ê re bê hemberî hev." ENQERE - DÎHA

Kî tevli bûn?
Di konferansê de endamên Komên Aþtî û Çareseriya Demokratîk ên Mexmûr û Qendîlê, Musteþarê MÎT'ê yê berê Cevat Oneþ, Serokê Giþtî yê BDP'ê Demir Çelîk, Serokê Koma BDP'ê yê Meclîsê M. Nurî Yaman, Cîgirê Serokê Komê Selahattîn Demîrtaþ, ji Sekreteriya Giþtî ya YE'yê Sema Kiliçer, Nivîskar Murat Belge, Þaredarê Sêrtê Selîm Sadak, Serokê Kurd Derê Ahmet Aday, Serokê Giþtî yê KESK’ê Samî Evren, Sekreterê Giþtî yê KESK'ê Emîrali Þîmþek, Serokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Samî Tan, Metîn Bakkalci, Aydin Çubukçu, Kamîl Ateþogullari, Kemal Bulbul û gelek kesên din amade bûn.

Bu yazý toplam 276 defa okundu.
Bu Yazýya Henüz Yorum Eklenmemiþ.
Mûrûvet Y Cacim
O BIR MILITAN
M.Salih Dalini
Mafê Ramana Azad
Mehmet Bozdað
Farklý Bir Bakýþ
SÝTE ANKET
Kürt sorunu ve demokratik açýlým
Sizce TC bu acilimda samimi?
Sizce gene bir oyalama taktigimi?
ARÞÝVDE ARA
Kovara Vegernu | Rozeta Xwe Biafirîne