‘Girtiyên nexweş serbest berdin’
13 Eylül 2009 Pazar Saat 17:11

Şaxa ÎHD’ê ya Enqereyê xwest ku Yusuf Kaplanê 85 salî û ji sedî 79 bedena wî bi felc e serbest bê berdan.
| 13/09/2009 |
|
Şaxa ÎHD’ê ya Enqereyê xwest ku Yusuf Kaplanê 85 salî û ji sedî 79 bedena wî bi felc e serbest bê berdan. Şaxa ÎHD’ê ya Enqereyê ku her hefte ji bo piştgiriya nexweşên girtî li ber Abîdeya Mafên Mirovan a Kolana Yukselê çalakiyê li dar dixe, vê hefteyê ji bo Yusuf Kaplanê girtî û nexweş li dar xistin. Di çalakiyê de pankarta “Bila girtiyên nexweş serbest bêne berdan’ vekirin. Sekreterê Şaxa ÎHD’ê ya Enqereyê Huseyîn Yaman diyar kir ku ew gelek girtiyên nexweş ên weke Guler Zere, Halîl Guneş, Abdulsamet Çelîk, Hayatî Kaplan, Yusuf Kaplan têdikoşin û ew vê hefteyê ji bo Yusuf Kaplan bangî wijdanê raya giştî dikin. Yusuf Kaplanê 85 salî li Girtîgeha Tîpa F ya Elezîzê dimîne û ji sedî 79 bedena wî bi felc e û wiha got: “Gelo ji bo Yusuf Kaplan bê tahliyekirin çiqas bedena wî bi felc be?” Yaman, xwest ku pergala înfaza cezayê bêguhartin û wiha got: “Bila îtîbarê nedin raporên ji Saziya Tipa Adlî tê dayîn, raporên nexweşxaneyên zanîngehê û lijneyên bêalî û serbixwe li ber çavan bê girtin.” ENQERE |
Bu yazı toplam 509 defa okundu.