Wêna wahşetê li Amedê rûda !

    

 M.Salih Almanya

Wahşet, wahetş û dîsa wahşet!!! Belê wê kengî ev zilm û zor ji ser
Kurdan rabe?
Wê kengî dawî li van wah
şetan werê?
Wê heya kengî zarokên me werin ku
ştin û qetilkirin?
Wê heya kengî anfal û gaz lime bên ri
şandin?
Wê heya kengî bombeyên kîmyewî li ser gelê me bên ceribandin?
Wê heya kengî daristan û zozanê me bên
şewitandin û wêrankirin?
Wê heya kengî dîroka me ya bi hazar salan bê wêrankirin û talankirin?
Wê heya kengî qedexe li ser navên zarokên me bimênin?
Wê heya kengî qedexe ya navên kurdî li ser gûnd û bajarên me bimênin û
navê bi tirkî li ser wan bin?
Wê heya kengî keç û xortê me, ku ji ber sedema mafê ziman û çanda xwe
xwestina di zîndan û îs,kenca de bimînin?
Wê heya kengî zarokên me yên 12 salî bên gulebarandin, wek terorîst bên
xûya kirin û qatilên wan bên xelat kirin?

Wek tê zanîn di 12.09.2006an de li Amedê êrîşek bombayî li dijî kurdên
sifîl ji alîyê hêzên tarî yên fas,îstên tirk hat kirin. Di vê êrîşa
terorîstî de 11 sifîl, ku piranîya wan zarok bûn, hatin kuştin. Ev
buyer faşîstên tirk di bin navê T.I.T (Türk Intikam Tugayi yanî binavê
hêza tolhildanê tirk) di malpera xwe ya înternetê girtin ser xwe.
Navê "tugay" di beşek hêza leşkerî tê binav kirin. T.I.T bi JITEMê re
kar dikê (JITEM Jandarma I.stihbarat ve Terörle Mücadele Teskilati -
Tes,kîlata Sîxurê Jandirmeyên nîjadperest) û bi gelek hêzên dî yên tarî
şerê qirêj li Kurdistana Bakûr didomînin.
Ev 80 salin, ku ev rêxistinên tarî di tarîbûna dewletê de gelê me
direvênin û dikûjin.
Ev hêzên tarî bi sedan nivîskar û rewşenbîrên Kurd kuştin.
Teror û wahs,eta li ser gelê Kurd car bi car bi navê Hîzbullah, JITEM,
T.I.T. û her wekî gelek rêxistinên dî tarî yên tirk hatine kirin.
Gelek caran Kurdan kesên di bin van hêzên tarî naskirina û ew kes
radestî dewletê kirina, weke buyera Şemzînanê. Lê belê wek buyera
 Şemzînanê, ku generalê tirk Buyukanit digot: "Ew zarokên me yên başin.
Ez wan başnas dikim.", ev kesên di van hêzên tarî ji alîyê dewletê û
artêşa tirk tên parastin.
Îro jî "ew zarokê wan ê baş" li Amedê li ser karê xwebûn!!!!

Wê heya kengî cîhan bi lîstika sê meymûna bilîzin û bêjin: "Me nedît, me
nebihîst û em napeyvin."?
Êdî bese ey gelê Kurd, li maf û heqê xwe xwedî derkevin! Bera kesek
nebêjê: "Ev partîya min e, ev hêza min e, ev e
şîr û malbata mine.".
Berjewendiyên xwe yên partîtî, es,îrtî û malbatî bavêjin rexekî û werin
em tevde li berjewendiyên xwe yên netewî xwedî derkevin!
Berjewendiyên xwe yên kesayetî, e
şîrtî û partî li ser berjewendiyên
netewî re negrin!!
Berjewendiyên netewa Kurd li ser hemû berjewendiyên xwe re bigrin, ji bo
ev zilm û zora li ser gelê me rabe, em jî wek her gelekî cîhanê bighîjin
azadîya xwe û em jî di nava cîhanê de bibin xwedîyê rûmetê. Xaka
Kurdistanê û zengînbûna wê têra me teva dike.
Werin em hêza xwe bikin yek û ji bo welatê xwe kar bikin. Tenê bi
his,yarbûn û bi hêza me ya yekîtî em dikarin pê
şya gelek wahşetên li
dijî gelê me bigrin û bighêjin gelek armancên xwe.

Li gel silav û rêzên,

M.Salih
Almanya, dem 13.09.2006