06 Eylül 2010 Pazartesi Saat 02:57
ÇOK OKUNANLAR
Karakter boyutu : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Ahmet Gezer
email@i.yok
Ev hemû çalekî, xweþ û zelal bi zimane Kurdî dikirin. Bi vê awayî hezna peyvê zimen pê hû dikirin û guhterwana jî hû dikirin.
26 Ocak 2010 Salı Saat 21:31

Oda Malê Miçkê Veqqes

Xwendewanen hêja, ji we re çand û kultura Kurda yê herî kevnar kû heta roja îro li Gunde Altilare hîng berdewam dike þîrove bikim.

Odê Malê Miçkî Veqqes heta roja îro hizmet dide, ez e ji we re qalê odê bikim.

Li ba Kurdan ode xizmetekî civakî ye. Her çi ye nizam, wê xizmeta Berpêrsîyar, Axa, Mîr, Beg û Dewlemand nakin e. Binêrîn yên ku wê karî civakî dikin, xwudî oda ji mîvan û mîvandarî hez dikin, mîroven xwudîye gêredayî dîn û dîyaneta ne.

 Berî ve jî, li Altilare Ode Malê Awê Dazê hebu, wê ode jî xizmetekî wek vê ode dida.Odê Malê Awê Dazê, mezine gund digotên  li dora 1960 hatîye girtîn. Ji Malê Awê Daze Haci Yusuf Efendi mirovekî alîm bi. Haci Yusuf Efendi 28 cara çu Hecc, li mêzgefta Sultan Ahmede  (Sultan Ahmet Cammisi) helkêþtî xûtbe veez dayî.

 Xwudane Ode, malî xwe bi mîvanen re parve dikin hewcedarî mîvanan herî lazim bi cîh dînin. Li profîle xwudî Oda mêzkin, miroven qarok û dînî xwe re mujêl dibên wan karê civakî kirine.

Ji ber vê, Mîr, Beg û Dewlemend hû dayîne nebune. Ew hû standine bune, ji ber we karê wengî civakî nekirîne û xizmet neda ne.

 Ode li ba Kurdan kulturek bu, mirov digehêþten ba hev. Cîhe ku le pirsgêreke xwe deng û çareser dikirin. Miroven sal mezin û ûmre xwe direj,qala ditin û jîyane xwe dikirin, ciwan û cahîla jî gûhdar dikir û ji wan tecrube digirtin.Are û cihe hû kirin û ditîna çand, kultur, rabun, rûniþtin û adet tore bun.

Oda mala çandî ye, ji berve li oda çêrok, hekat, destan û qehremanî qal û bahs dikirin-Xêrî ji ve, dengbej(Hûnermed) dihatin oda stran digoten, wek mîna hûnermed îro der ser sahne kewin stran û klam digoten.

Ev hemû çalekî, xweþ û zelal bi zimane Kurdî dikirin. Bi vê awayî hezna peyvê zimen pê hû dikirin û guhterwana jî je hû dikirin.

Oda wek cihe nawenda dengûbahse, danûsandin bi kar dihatin. Pirsgêrek û buyere ku diqevimî,endame ode ye bi sal, rûspî û ye bi qedr li çareserî digêrin.Numûne wek, keçik rewandin, dizî, û þerê di navbera aþîr û malbatan.

 Sohbeta ku min pê xwudî Ode îro Apê Êhsan Kaymak re kirî, min xwest bi wera perva bikim.

 Oda kînge webu?

Rehmatî  bavê min ( Miçkê Veqqes) ji bavê xwe sêwî ma yê.Li gunde Karahamzalî dawestîye ( kar dikirîye)  wek þivan û rençber, tenê dexwazeka xwe hebuye odekê weke, li sala 1920 zewicîye di vê saleda jî oda wekirî ye.Ji vê roje pê de oda tim vekirî ye.

 Bavê te, Mîr, Beg, Axa û dewlemand bu ku xwest hizmetakê weng bike? 

 Apê Êhsan: Ne xêr, bavê min yek ji wan jî nebu, lê bavê min mirovekê  bi qarok bu, dil nerm bu, bi dinî xwe re gêredayî bu.

Kî dêhate Ode?

Bere her kes dihate ode, bere rê E 5 di gunde me re derbas dibu, ji ber ku serî rê bu, yên ku dihatî û diçû yê pir bun, bûrokrat, memur, zengîn, gezinçî, qareçî, dengbêj û aþêk yên ku li rê diman dihatin, îro tenê xêzan,gezînçî, qereçî û yen ku li rê dimînen ten.

 Apê Êhsan: te got kî dihate, ji bo ve bîranînek heye ez ve bêm. Bere gunde me, gêredayî Haymane bu, Mandere( Agilbaþi) hudûte bajarê Konya bu. Vê dere, bûrokratek, anjî ser leþkarek(subay) bi hanima xwe ve li rê mane, heynane anîne vê re.Bere êzîng û komêra rêþ tûne bu, dêrî gom û axêra di hûndire odê de vedikirin, ma ode germ be. Merêk û Jina xwe, bi þev û nivî þeva hatine, cereyan tûne, tarî tiþtek hûya nake.Cihê wan ji re kirine û raketine.Jinêka mêrik serî sêbe zû radibe, çi bibîne? Derî ode bi gome ve bi ser hevda ne. Jinêk banga mêrik dike, dibê mêrik, mêrik rabe , rabe, em di nav ajala( Heyvanan) de raketinî? Mêrik mez dike û vedêgere hanima xwe, dibe nîvine paqijên, du doþek jî rexistî ne.Germ e jî , di nav ajala ( heyvana) raketênî tiþt nabe.

Li ba Kurden, di odande þevberk çe dikirin dengbej dihatin, çalekî weng di odê de tewûn?

 Apê Êhsan: Car carna mivanen ode klam digoten, der û cirana jî gû lêtina, zêdatir ên kû jî alî Meletî dihatî gû litênan, ji berkî bi Kurdî bu. Careki jî, aþik hatin ode, sevbêrkek çe kirin. Aþika xwestin ji bona ve, ji gund pera topkin. Perek top kiri pê hendik hatin, klamek awêtin ser gund. Goten me  Altilar zer dizanî, lê bakir(paxir) derket.

 Oda qet hate girtinî?

Apê Êhsan: Ne xêr, oda qet nehate girtinî. Him di gûna bavê min, him jî di gûna min re, me mecalê tengasî jî din, lê me dîsa jî oda tû cara negirt.

Rehmetî Dîya min, rokî  ji bave min loma kirina. Xelk û alem gûne xwe li dûnê wallî dikþîne, ezê li we dûne gûne xwe dikþîni me. Male îdare ke, li bex û bosten mezke, li tî û kurike tî mezke û li ode mezke. Bave min gotî a jî te re bême mezkirina ode ye.Yek jî te re be Xwûde ji te razî be, eva ji te re bême.Bavê min li sala 1965 wefat kir, ji dûwa min berdewam kir.

Bîranîneka din bêm, ji Încove Hesen Çavuþ, qaz ocagî û makîne durûne çe dikirin, mivane bavê min e. Bi þev raketine mivan hatine, bave min dibe rabe, rabe Hesen Çavuþ. Xwûdê ji me re þand, Hesen Çavuþê dibe, me ji cihe germ ra dikî, hîng jî dibe yê Xwûde þand. Merî ku hatî heynan hûndir, bavê min pirsî, hûnê birçî û tî ne? Mîvana gotî emê birçî nî, vê çaxe çi heyê ji re anî ne. Mivana nane xwe xwerî, ku herin rakevin gotine Xwûde ji we razî be. Bavê min bi Hesen Çavuþ re gotî temam ve ye besa me ye. De niha here rake we.

 Apê Êhsan:Min jî di navbera sale 1959- 60 îflas( topavêt) kir, tiþtekî me ne ma, tenê mange ke me hebu, min disa jî ode negirt. Merî me, bi dayîka min re gotin, Halime rewþa wê ne baþe, çend sala ode bigrin. Dîya min got, Wallahî ezo cêre bikim, dîsa odê nagrênî. Ew mange têra me û mivana jî dikir, þûkir jî Xwûde re.

 Xerî ji mîvana, kesî din jî dihate ode?

 Apê Êhsan: Bare oda ji cemaatê gund heta dev tijî dibu. Te bîra min,yen ku dihatî ode, tenê ji Mistefa Ale û Raþe Mele Bekir, 2 rû spî re kahve çe dikirin. Kesê ne têgot tiþt Yên din ne têgotin, çima  tenê ji wan re kahve çe dikin e. Bave min ji wan re jî, ji bexçe helbek tijê mewîj û tirî dikir wek þîranî dixwarin.

Dema ku me ve sohbeta dikir, Gonco Alî Bozo ji li ba me bu.Got, Miçkê Veqês mirove kî jêhatî û dest vekirî bu, bahçê ji 15 donîme heytina û dî tîna, je rêskî xwe,ê bira ye xwe û  ê mivane xwe je derdixist.Ji malde nan bi xwe re tîna, hengûv derdixis dida me kurîka.

 Apê Êhsan bîranîneka din kat dike, bavê min bi 8-10 kesa ve li ser sifre rûtinên. Di vê dema de, mivanek te, merik dest û pê xwe heta henîþke di xwin û kula de ne. Mivanen din li çaven hevdu mez dikin, emê pê wê re nan bixwunî?Bave min xeberê diþîne, sifre ka dine ji 2 merî re hazir kin, bave min bi wê kesî di bin xwin û kula ve rûtine nên dixwûve.

 Bi çaven memurekî Tirk, Kurden Haymana

 Bina Kûþkûre –II-

 Li dawî berva Altilare hatim. Daketim ode Mistefa Veqqês. Bere bekçî hate ba min. Keta hizmeta me, di der bare kare ku em bikinî de me plan çekir, ji dûwa muhtar ji hate ba min. Bi wê re, em li gund gerênî. Cihe ku ez le mivandar bu yê, xêrî ji min 2 kesê din jî hebun. Dikarim bejim, me þeveka rind derbas kir. Roja din, disa ji bo tendûristî çend hevdîtin bun. Wext zêde derbas bu, me dikarî nanê nîvro bi rêhetî li vir bixwera, sêfra me di wextê xwe hat. Lê , em bi awakî nikarin dest bi xwerdine bikinî. Xwûdî male Mistefa Axa, me bi sekinandi dida, dive, yekî zike xwe birçî were. Aksî , kesî çûyî û hatî jî nehat.Mistefa Axa bi vê yekê tengazar bu, gazî bekçî kir, got hera derva tê kî dît heyna bîne. Ma xwardin li vîr bi sekine, zike minî êndî qure qura. Dîsa jî kesî çûyî û hatî tûne. Mistefa Axa, di hûndire xwe neî rêheta. Bekçî ku çûyî derva, yekî gund bi xwe re anî, me zike xwe têr kir. Ji ber ku li vê oda her roj mivan hene, me  ev jî ji dûwa hû kir. Wê roje, Melle mehmet.

 Apê Êhsan: Me heta roja îro berdewam kir, hetanî dawî ûmre me jî emê berdewam kin. Piþtê me, Metinî ku were gund ( kûre bira yê wê) berdewam ke. Di sohbeta de, Metin jî li ba me bu. Piþtê þeþ sala ezê teqawût bêm, werme gund jîyan bikim. Înþallah eze berdewam bikim.

 Ahmet Gezer: Ode heta roja îro berdewam kir. Hûn bi serketin, we hizmetakî civakî, çandî, mirovatî kir. Bi rastî, ez nizanim bi we re çing û çi bejim, pevy têre nakin. Êndî va hizmeta weng neî deyîn heman heman tûnen, li Rojhêleta Navîn millada xwe qedand.Bi navî Altilare, ez, we û malbate we spas dikinî, mala we awa we,dive, tenê li Altilare he ye, oda we ye ku hîng hizmet dide. We mirov, mivandari kirin, xwerdin û vexwerin dida yê. Ji ber ku me pirr bihêst û bi çave xwe dît, ku yekî ji me pirsî got hûne ji ku dere ne? Kû me got Altilare. Dibejin are, þevakê li oda Mistefa Veqqes ra me dim. Di vê der bare de, di temsîla Altilare de rolekî sereka listin. Ji alî dînî de mirova mîvandar ke, nan û awe bide. Dest vekirî be,malî xwe bi mîvanan re parve ke, ew ne tiþtekî ku herkes bike. We li wê dûne nav û dengekî xwe sand. Hûne înþallah xelata û nîþana xwe li dûne wallî jî bigrin. Ma bi ber destê mirî we ge.

 Çavkanî:

Gunde Altilare

Oda mala Miçkê Veqqes

Haymanada memurluk yapmis olan Adem Gürderenin kitabindan bir alinti.

Bîrnebûn

Apê Êhsan

Gonco Alî Bozo

Ahmet Gezer-

 

 

 

Bu yazý toplam 345 defa okundu.
Bu Yazýya Henüz Yorum Eklenmemiþ.
Mûrûvet Y Cacim
O BIR MILITAN
M.Salih Dalini
Mafê Ramana Azad
Mehmet Bozdað
Farklý Bir Bakýþ
SÝTE ANKET
Kürt sorunu ve demokratik açýlým
Sizce TC bu acilimda samimi?
Sizce gene bir oyalama taktigimi?
ARÞÝVDE ARA
Kovara Vegernu | Rozeta Xwe Biafirîne