06 Eylül 2010 Pazartesi Saat 03:12
ÇOK OKUNANLAR
Karakter boyutu : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
M.Salih Dalini
dalini@xxx.com
Mafê Ramana Azad
16 Temmuz 2009 Perşembe Saat 21:35

Weke ku tê zanîn hevalê me Mehmet Bozdag ji ber sedemên hinek nivîs di Kovara Vegera Nû de nivîsîne ji hêla dewleta KT ve lêpirsîn û dawa di heqê wîde hatine vekirin. Ez di serî de vê helwesta dewleta Tirk þermezar û protesto dikim û bi dil û can em bi hevalê me Mehmet Bozdag re ne. Em hêvîdarim ku dewleta Tirk dev ji van hewldanên xwe ê derveyî huquqê û dervayî demoqrasiyê berdê. Bi vî rengê dervî hûqûkê li pêþya ramana azad nebê asteng. Da kû her kes bi azadî fikr û ramana xwe bînê ziman.

Blog Image

Gerek ramana azad nayê asteng kirin ji ber ku rastî û diristî her tim di ramana azad de derdikevê holê. Bê goman wan kesê li dijî rastî û diristîyê aciz û hêrs dikê. Ji ber ku ticaran naxwazin rastî û diristî bê ziman û derkevê holê. Her tim rayedarê dewleta Tirk derdikevin pêþberî çapemeniya xwe ya derwîn û sexte û wesfê demoqratîkbûna xwe didin û demoqrasiya xwe hildidine erþê asîmanan. Derdikevin Ewrupa û dibêjin di nav mede demoqrasî, mafê mirova, mafê ramana azad heye û herkes azada ku xwe bînê ziman. Lê li hêla dî Ronakbîr û Rawþenbîrên Kurd ji ber ramana xwe û fikrê xwe tînin ziman wan ceza dikin û tavêjne zîndanan. Kanî demoqrasî û mafê ramana azad li Tirkiyê? Hergav dibên li Dewleta me demoqrasî heye, mafê ramanê serbest e, herkes karê bi zimanê xwe xeber bidê û binvîsê lê di pêkanînên wande herî dîktetorî û zordarî heye. Li rexê dî dixwazê bikevê yekîtîya Ewrupa.

Wê çawa bi vî halê xwe têkevê Yekîtîya Ewrupa? Gelo ev mimkûn e? Gelo ku dewletek her cûre mafê mirova binpê bikê û hebûna gelekî qebûl nekê û ziman, çanda gela qedexe bikê wê çawa bikevê Yekîtîya Ewrupa?

Zêdeyî bîst milyon Kurd li Kurdistana Bakurde hene mafê perwerde û ziman, çanda wan nadine wan. Dibistan bi Kurdî qedexene navê gûnd û bajar, kolanê Kurdistan hîna qedexene. Heta navê bi Kurdî li zarokên Kurdan qedexene. Hebûna wan nayê qebûlkirin. Kanî demokrasî mafê ramana azad? Li rexê dî dibên em demoqratin û pêþverûne. Ku ji ber ramana xwe bi hazaran kesan lê pirsîn û dawa têne vekirin. Bi milyara cezayên pera didina wan û dixine zîndanan. Bi sedan rojname, kovar û pirtûk têne qedexekirin û destserdanîn. Her partiyek ku bêjê mafê demoqrasiyê heye gerek mafê zimanê Kurdî heye wan partîya ji xwe re dikne hedef û Çapamenîya wan bi yek dengî hûcum didine wan û wan reþdikin.

Kesê ku ji polisên wan zarokê Kurdan dikûjin ji bedêla ku wan ceze bikin û bavêjne zîndana wan bi xelatê ritbekirinê wan xelat dikin û qahraman didinê xûyakirin, û dîsa dibêjin ti demoqrasî wek a me tûneye.

Gelo eve demoqrasîya wan bi vî zehinyeta leþkerî û zagonê leþkerî ku berhemê derbeya generalê ku 12 Eluna 1980 de kiribûn mane. Bivan zagonê diktetorî û derveyî demoqrasiyê û hûqûqa navnetewî wê bikevne Yekîtîya Ewrupa? Gelo ev mafê ramana wana wehaye? Gelo divê mafê ramana gelê cîhanê li gor fikrê Generalên Tirka bê pêk anîn?

Bêgoman di welatê demoqrat û pêþverû de raman û her cûreyên fikir ramanê azadin. Di ti dewletê demokrat de mafê leþkera tune ku li ser dewletê û sifîlan desthilatdar bê. Ti dewletê demoqrat de leþker nikarin þûrê xwe li ser serê gel û demoqrasiyê re bihejînin û gel çav tirsandî bikin. Tenê li wan dewletê ku dîktetor hebin ev pêktê.

Dervêyî vê her kes bêy ku ji ti kesî emr an jî iznê bistînê dikarê fikrê xwe bi azadî bînê ziman dîtina xwe ramana xwe bênê ziman ligor dîtina xwe fikrê xwe bêjê. Tenê di wan Dewletên despot an jî dîktetorde astengî û qedexe li ser ramana azad heye.

Sedema vê jî eve ku ticarî rejîmê despot û dîktetor naxwazin kû kesek rastî û diristî yê bêjê an jî bînê ziman û binvîsênê. Ji ber ku rastî û dûristî ne di berjewendiyê wan ê þexsî û destpotî dene û li berjewendîyê gel nafikrin. Gava ku tu bahsa maf û berjewendiyê gel dikê dîn dibin her rengê terore xwe bikar tînin. Gava ku kesek ew rastî anîne ziman bê goman wê hûcûm biknê çi sîyasetmedar bê çi ronakbîr, rewþenbîr bê û çi kesên pispor bin ji wanre weke heve. Ji ber ku ew tim dixwazin gel cahîl û nezan bimînê da bi rihetî .wê talan û xwîn xwarîya xwe berdewam bikin û bidomînin da kesek hesab ji wan nepirsê û rastiya wan nebêjê. Ew kesê ku rastîyê dibêjin jî dibin hedefên terora wan.

Bi gelek metodan van hûcûmên xwe bi kar tênin. Wê pêþî wan bi tirsînin û bigrin. Dûvre dadgeh bikin û bixne zîndanan li ser wan ambargoyên aborî deynin û pirtûk û berhemê wan qedexe bikin. Bi çapemanîya xwe ya teybet wan reþ bikin. Da ku wan bêdeng bikin ku bi van jî biser neketin. Wê þantajan li wan bikin an bi pera bikirin an jî wan bêdeng bikin. Bi wê jî biser neketin wê li kûþtin û terorkirina wan bigerin. Bi van metodên qirêj bi hazara ronakbîrên û rewþenbîrên me kûþtin û ji holê rakirin kesê weke Apê Musa Anter, Vedat Aydîn, Mehmet Sîncar û Akin Bîrdal û hw. Bi hazara kes bi destên hêzê xwe ê tarî dane kûþtin û windakirin. Di dîroka mede ev xûyaye û ayane.

Lê ev jî ne çareserîye ku mirov li dîroka van dîtetoran dinerê ku her tim ber bi tarî bûnêve çûne û winda bûne. Hem ew dîktetor û hem gelê li pey wan dîktetoran li paþ mana û di xizanî û feqîrtîyêde perîþan bûne û têk çûne. Tenê malbatê wan dîktetoran û malbatê leþkerê alîgirên wan xwe zengîn kirine û li ser xwîna gelan jiyan kirine. Car na bi navê nejatperestîyê kirine û carna jî bi navê ewlekarîyê û cûdahîyê ev karê han kirine. Lê ev tevan jê nerastin tenê ji ber berjewendîyê xwe ê þexsî û malbatî li ser xwîna mirovan û li ser talan û xwîn mijiyê avabûnê ev rejîmên han.

Heger ev azadîya ramanê çênebûne niha ev pêþketina ku îroj li cîhanê heyî jî çê ne dibû.

Lê ji ber azadîya ramanê gel karê xwe bi xwe îdare bikê û her tiþtê xwe bînê ziman û pêþya diz û neqencan bigrê û wan baþ bibînê da gel menfîatên xwe biparêzên û nehêlin ku kesek mafê wan binpê bikin.

Ronakbîr û rewþenbîr ewin ku tim û dayîm xwe ji bo rastî û diristîyê feda dikin. Bêy ku li menfîatên xwe ê kesayetê þexsî bifikrin li menfîatê gel û rastiyan difikirin û rastiyê bêjin. Ji ber ku menfîatê her kesî di rastî û diristîyêde heye. Belkî ev dîktetor û destpot hinek (Qelem þoran) Pênûs þoran dikirin hinek dohn li ser nanê wan jî dikin. Bi rengekî þoven bi hîs û fikrê gelan dilîzin lê nerastin tenê li berjewendiyê xwe difikirin û jibo berjewendiyên xwe çewtiyan dibêjin û serê gel tevlî hev dikin. Geh binavê perçebûna welat û geh jî binavê nejadparestîyê hinek kesa li der û dorên xwe dighênin hev. Lê di dawîyêde tevde jî gel dixapênin û li ser piþta kedkar û emekdaran lîstikên xwe dikin. Lê belê bi piranî gel ji van kiryaran aciz û bêzarin. Weke ku bi dehan li Tirkîyê kesê ku dibên em ronakbîr, rewþenbîrin û zanene.

Lê her tim ew rastiyê û dûrûstî diveþêrin li pêþya menfîatê gel astengin û menfîatê wan despot û dîktetoran diparêzin û ew dîktator despot jî berê misliqê pera didina wan û hemû bihevre dewlet û milet di þelênin û benqa vala dikin mafya û çete û perê reþ û bi teybetî narqotîkê jî dikin û hertiþt jî ayana û li berçavaye. Ew jî ji ber menfîatê xwe ê þexsî û malbatî van rastîyan vediþêrin û gel kor dikin û ji zanistîyê dûr dixin. Ew gel temsîl nakin û menfîatê gel nadin ber çava. Tenê li berjewendîyê xwe ê kesayetî dinerin.

wexta ku devê gel bê girtin fikrê gel bê asteng kirin nasnama gelekî werê qedexe kirin û ew gel nikaribê xwe bînê ziman, çand û dîroka wî werê qedexe kirin û mafê azadîya ramanê jê bê standin ew gel wê çi bikê? Wê mecbûr bimînê ku xwe biparêzê da ku her tiþtê wî bizor ji destê wî hatîye girtin da ku maf û heqê xwe bi dest bixê pêwîstiya xwe parastina xwe dibînê. Her car di qîrê dengê xwe der dixê da herkes niheqîya lê tê kirin bibînê. Li rexê dî gava ev xwestekê xwe gotin û anîne ziman. Dewlet jî dibê çima hûn van rastîyan dibêjin û tînine ziman ev rastî hasasyetên mene û wan terorîst îlan dikin û di heqê wande lêpirsîn û dadgehkirinê bi kar tînin, binçav dikin û dixine zîndan û hepsande. Ew ji bîr dikin ku ziman û çand û hebûna gelekî mafê wan ê gerdûnîye û ew maf hesasyetê wî gelîne û ew gel li himber mafê xwe ê ku hatiye binpêkirin tekoþînê dikin. Da mefê xwe ê xwezayî bi dest bixin bi rêya demoqratîk bi dest bixin rewþenbîr û nivîskar dinivîsin. Naxwa nivîskar ne þer dikin û ne jî çeka wan heye tenê pênûsa xwe di riya demoqrasiyêde bi kar tînin û mafê gelê xwe ê xweza û gerdûnî dixwazin û tînin ziman.

Ev þerê li Kurdistanê li her çar perçê Kurdistanê di qewimin jî sebeba wan evin niheqî û zordarîne. Naxwa gelê Kurd ticara nexwestîye þer bikin û tim û tim wekhevî û biratîyan van dewletên heremê weke Tirk, Ereb, Eceman xwestine. Tim û dayîm hêvî kirina ku di nava aþîtî û azadîyêde bijîn. Lê tê xûyakirin bê kî þerxwaz û kî aþtîxwazin û kî maf û heqê kê dixwê?

Ya esas eve ku ne ê weke kesên ronakbîr û rewþenbîr weke hevalê me Mehmet Bozdag lê ê ku li kolanê amedê Zarokan dikûjin û bomba li kalanê Amedê di teqînin û li Þemzînanê bomba dixin dikanê sifîlan û ê dibên ew zarokên me ê herî baþ bûn û çekê meyî qirêj paqiþ dikirin bêne dadgehkirin û ceza kirin. Heger ku di wê dewletê de heq û hûqûq hebê. Ez bang dikim û hemû Kurdan dawetî yekîtiyê dikim li hember van neheqî û zordarîyan yekbin û ticarî serê xwe ji zilm û zora dagirkera re nedênin. Ez dîsa bang li reyadarê Dewlata Tirk dikim da dev ji van kiryarê qirêj û dervey hûqûqa nav neteweyî berdê, rêz û hûrmetê ji demoqrasiyê û mafê ramana azad re bigrê.

Bu yazý toplam 456 defa okundu.
Bu Yazýya Henüz Yorum Eklenmemiþ.
Mûrûvet Y Cacim
O BIR MILITAN
M.Salih Dalini
Mafê Ramana Azad
Mehmet Bozdað
Farklý Bir Bakýþ
SÝTE ANKET
Kürt sorunu ve demokratik açýlým
Sizce TC bu acilimda samimi?
Sizce gene bir oyalama taktigimi?
ARÞÝVDE ARA
Kovara Vegernu | Rozeta Xwe Biafirîne