| Zimanê Kurdî |
Ji ber ku zimanê Kurdî zimanê miletekî ye ku hatiye bindesthistin, di îmkana pêþdexistina muesesetiya milî, ji ya lêkolîn û lêgerîn û pêþxistina ziman, kultur û hebûnên civakî û tarîxî hatiye bêparhistin, zimanê Kurdî jî têra xwe nehatiye lêkolîn û dewlemendiya wî nehatiye eþkerekirin. Muesese û dezgehên ku karibin vî zimanî pêþdexin bi taybetî li hundurê welêt firsenda avabûnê nedîtine, ji alî lêkolînê û lêgerînê ve zimannasên pispor yên bikêrhatî negihîþtine, yek du ronakbîrên ku bi îmkan û hewldana xwe ya þexsî xwestine derkevin meydanê jî, hergav tûsî tehdîda dewleta serdest û zordar bûne...
Zimanê Kurdî îro ji her demê bêtir îmkaneka mezin a bikarhatinê ji bo xwe dîtiye. Bi taybetî Kurmancî di dîroka xwe ya seranser de cara pêþîn e ku bi vê firehiyê bikar tê. Jiyana siyasî, kulturî û rewþenbirî ya Kurdan bûye xwedanê gellek dezgeh û wasiteyên bikarhatina zimanê Kurdî. Di warên herêmî, netewî û navnetewî de radyo û televîzyonên Kurdan yan yên Kurdîziman dest bi wesanê kirine. Li welêt û li derveyî welêt çapxane, komele, enstîtu, weqf û dezgehên dîtir ên Kurdan, rojname, kovar û pirtûkên Kurdî çap dikin, civîn, kongre, semîner, lêkolîn û mes û ahengên xwe bi Kurdî dikin, li gel endamên xwe û li gel dezgeh û rêxistinên din bi wasitên nivîskî û devkî yên Kurdî têkiliyan datînin. Li derveyî welêt, îmkanên ders an dersxaneyên zimanê Kurdî li ber piçûkên Kurdan vedibin. Ev bi xwe ra wê yekê tîne ku gellek kes, dest bi mamostetiya zimanê Kurdî bikin. Li baþûrê Kurdistanê, bi avabûna dewleta federe re, zimanê Kurdî di jiyana burokratî, siyasî, huqûqî, hînkarî û gellek warên din de bi aktîfî tê bikaranîn.
Ev yek ji aliyekî de îmkanan li ber zimanê Kurdî vedike ku ew geþtir, berfirehtir û bikêrtir bibe, ji aliyekî de jî yên ku wî bikartînin, pirtir xwe muhtacî wê yekê hîs dikin ku bi xusûsiyet, bikêrhatin û dewlemendiya vi zimanî aþîna bibin, xwe ji kêmasî, nezanî û þasiyan xelas bikin. Helbet mesela dewlemendkirin, zelalkirin, kemilandin û standardîzekirina ziman jî li meydanê ye. Ev hemû bi xwe re wê yekê tînin ku îro ji demên çûyî bêtir îhtiyac heye ku em lêkolînên zanistî li ser zimanê xwe bikin, hemû dewlemendî, meziyet, bikêrhatin û hostatiya wî derxin meydanê, bingehên rastnivîsîn û rastaxavtina wî li ber çavê kurdîaxêv û kurdînivîseran zelaltir bikin.
Hema hema tevayiya xebatkarên ku di dezgehên jiyana rewþenbîrî û kulturî de xebatê dikin ne pisporê zimanê Kurdî ne, li mekteban zimanê Kurdî nexwendine, çi fêr bûbin ji jiyanê, ji dê û bavên xwe, ji der û dora xwe fêr bûne, gellek caran bi îmkanên xwe yên þexsî yên kêm, xwendin û nivîsandina vî zimanî hîn bûne. Ji ber hindê jî her çendîn bi piranî xebatên hêja di warên zimên de bikin jî gellek kêmasî û sasiyan jî dikin. Meriv di radyo û televîzyonan de, di kitêb û rojnaman de rastî gellek axavtinên þaþ tê. Yan di warên rêzimanî û rastnivîsîn û rastaxavtinê de þaþîtiyan dikin, yan gellek caran ji dêlva peyvên ku di zimên de hene bi xwe peyvan çêdikin. Ji ber ku bingehên zimanî nizanin jî bi awayekî þaþ gotinan çêdikin. Gellek caran meriv dibe þahidê cumleyên welê ku avabûna wan ne li gora prensîbên avabûna zimanê Kurdî, lê li gora yên Tirkî, Erebî, Farisî, Rûsî an zimanekî din in... (M.Ciwan / malperê Mehname) | | |