Min bêriya Amedê kiriye

 

 

 

 

Mehmet Uzun tu bi xêr çûyî Amedê.

Amedî te bi tenê nahêlin. Wisa ne Amedî, li mala xwe û derî mala xwe ciwamêr in. Ne nêre li awirên wan. Tuj in, korîk in lê dilê wan cîhanê radigire. Sal 60… û vir ve Amedê, Amediyan nas dikim. Zarokên bi fîqêna  rojê re hinkahiya kolan û anîþkê xaniyên kevnare dikiþînin hinavên xwe, dîroka welatekî di atlasa rûdêna xwe de neqîþ dikin, Xarokên Amedî wê navên te biqîrin. Jiyana bi kelem û dasiyan… Jiyana bi gul û gulîlk… Jiyana bi hawar û qîrên… Jiyana bi evîn û xweþî baþ nas dikin. 



Min bêriya zarokên Amedî kiriye.

Min bêriya berdûþiya meþa dibin germa rojê de kiriye. Bêriya bêhna xwehdana bi tozê reng guhertî kiriye. 

Min bêriya kenê te kiriye M. Uzun. Bêriya lêvên þikestî dibin awira korîk de, rû li ken…

Tu mitalan dike dizanim, lê agirê dilê min liqasî agirê dilê te di nava gurî û rimiya neçarî û bêzariya Ewropa de dilîze. Tengezar  im, tengezar… Zarokên Ewropî sar in Memet, çavên wan þikestî ne. Rengekî kesp, mîna ji nava komputerê hatiye derxistin. Zarokên Ewropî nikarin li ronahiya rojê binêrin. Nikarin…  

Gelo dergûþa dilê wan þikandine, yan pêçeka wan di dergûþan de ne hatiye hejandin? Min agahdar bike Memet.  Lê, te qet ev helwesta di nava girêdanên teknîkî de xuloxafî bûne ne nivîsî.  Çima Memet? 

Lewra min got zarokên Amedî nasnameya me ne.


Doh li Enstituya Brukselê… Li salona dema piþtî konferansa li ser zimanê Kurdî ku bi dengê bilind me guftûgo kir. Mêvanên ji Pena Navneteweyî amade bûn, lê tiþtek ji me fam ne dikirin. Me jî qet guh neda wan, em ketin nava dilcoþiya romanê, helbestan, metelok, mamik û pexþanan… Peyam li pey peyama din hate dayin... 

Oooh tooo, dinya ne tiþtek e.

Min û Derwêþ got em biçin Swêdê…

Hew me dît tu li Amedê yî. Tu bixêr çuyî Amedê Memet.

Berî çendekî min nivîsa te ya li ser mirina Tîlda Kemal xwend. Û Destanê Egîdekî… Strana Ciwan Haco guhdarî kir… Û Evîna Dibin Siya Rojê de ku hîna ne hatiye nivîsandin. Qehremanê di nava sergêjeneka xwîn tewirandinê de bêhn-birehayî… Þebeþê kal li ber, diranketî, kulot… Mûr þikestî… Ez û tu… Oooh tooo dinya lê ne hêja ye!...

Kekê M. Uzun ev ne bê-hêvitî ye diqîrim haaa! Tucaran min ne xwestiya da li ser mirinê binivîsim. Naaa, ez dixwazim li ser jiyanê binivîsim… Ev nivîsa qîrêna dilê min jî, bo ragihandinê ye. Bo bêjim emanet haaa, emanet ji xewna giran dûr be. Te jî got: Ez ji bo jiyanê hatim Amedê… Erê erêêê, ji bo jiyanê…

Bila qinyata te li min be… 

Ev gazinên xerîbiyê ne, ev tinazên bêrîkirinê ne. Lehiya kevnariya salên di nava girêdana laþê min de weke qolincên tevzînokî dibine þelîpan e. Grîzokên dûrbûnê ne Memet. Gilî û gazinên di nava tenêbûna  qerebalixa kolanên bajarên Ewropa ye. Tenêbûn çiqasî zor e Memet.

Tu bi xêr çûyî Amedê Memet.

Min bêriya te kiriye. Min bêriya Amedê kiriye… Min bêriya gora bavê xwe û dayika xwe kiriye. Dixwazim xwîna bi sîwan û sêndera deriyê qesrê ve bûye paqij bikim. Tu baþ dizane Memet, xwîn bi xwînê nayê paqij kirin. Em dereng nemane hevaloo, dive ku em xwîna bi destê xiyanetê hatiye rijandin bi gotin û pênûsên xwe paqij bikin. 

Rekiha dilê min teng dibe Memet. Ez di navbera çakûç û sidan de mame, þîreteke dostanî li min bike. Qey em ne havelên hevin looo?  

Rayên pêçavê min bel dibin, dijenin. Kulkesara dilê min lêdixe. Ba û baran… Tav û brûsk… Bahoz û bablîsok… Berf û teyrok… Gelcoyî, di nava hev de xerbiqî, dibine babexîlka nava dilê min… Kûr, xedar lê dixe… Germiyeke sift xwê… Di nava tenêbûneke suravkî de… Dibe xwehdana kelê… Weke afûr û nafûra dojehî min dipêçe… Gotin nema dibine tirafa devê tenûran Memet. Civak þiyar e êdî. Zarokên Amedî li pêþiya komên xelkê dimeþin, kanikên wan  indeko, nefela çarpelî û heleza  paþerojan dibarînin. 

Hêvî mezine. Emanet haaaa!.. Emanet haaa!... Emanet Kekê Memet tu nekevê nava xewa giran. Divê tu barana azadî û berxurka serxwebûna zarokên Amedî bibîne. Di nava bêndera gulbijêrkên dora bedena Amedê de bigere. Kulîlkan bêhn bike, zurik dibinê lingên xwe de bikûrkûsîne, derxên darmêweyan biçîne.

Û lîstika tefþo, lîstika holê, lîstika bangê lingo, lîstika bi xarên zazîk ku bêhnefiþkê li zarokan dixe temaþe bike. Ev çîroka zarokên Amedî ye, hîna ne hatiye nivîsandin. 

Zarokên Amedî bendeyî me ne… Da em ji wan re çîrokan binivîsin. Çîroka wan… Ji xwe çîroka Ata Enes çîroka zarokên Amedî ye… Ji xwe çîroka Ugur Kaymaz Çîroka zarokên Amedî ye… 

Tu dizane, çîroka zarokên Amedî çîroka Kurdistanê ye. Kesî ne nivîsiye. Erdeke beyar… 

Firazayeke tarûmar… Talankirîîî… Qeþagirtî… Di nava dirih, gwîtin û striyan de bêzar. Hemberî hewqas nekesî, lal û ebkemî, bêkes û nenasî, xwedî hêviyên gûr û geþ… Ev çîroka zarokên Amedî ye… Hemberî zor û zehmetiya çiyarêzan, hemberî zor û dijwariya hoy û mercên xwezahî, hemberî dijminên li ser coxrafyayên Kurdistanê pelax bûne, hemberî toza mirina zer, berxwedana serketî… 

Ev çîroka zarokên Amedî ye…

 

Nivis Azadiya Welat

 

www.vegernu.com