|

_______________________________Mûrûvet Y Cacim_______________________________
ZIMANÊ DILÊ MIN
«Ev çend car e, ew tirên tê vê stasiyonê. Ev çend car e destê min vala dimîne dû wê da. Ev cara çenda ye per û baskên min þkestî paþva dizivirim tenêbûna xwe. Ev cara çenda ye ez û tenêbûna xwe bi serhev de þînê dikin. Ev kambaxên me wisa vik û vala ne û wilo tenha bûne, lewra tu ne li vir î. Tirêna ku tu hilda birî jî êdî nayê vê wêranê ».
Ez dizanim, tirêna ku tu hildayî birî hew tê vê stasiyonê, ez dîsa jî bendewar im li wê stasiyonê. Ev nameya çenda ye ez dinivîsim ji te re! Êdî ez jî nizanim, lê xwezî te bizanibûya.
Her tiþt di payîzekê û rojeke bi baran de dest pê kir û dîsa di payîzekê de wek roja reþ qediya.
Tu payîza sala 1979an bigire û li payîza 2001an bixe! Gelo wêneyeke çawa dertê meydanê.
Her pirseke te wek rexneyên tûj, tev nêrînên te wek tewanbarî, her gotinên te wek xencerê û durûtiya rûyê teyî, ku tim gotin û kirinên min dipîve di wê wêneyê da ne. Devê te ji pêþerojê re mizgîniyê dide, lê di rûyê teyê xweþik da û kenê teyê xwapînok da sextekarî dibare.
Ez nizanim ji ber çî ye, ku roman, kûrteçîrok û helbest bi piranî di rojên payîzê û di rojên bi baran de destpê dikin. Rojên payîzê, nexwasima rojên bi baran, bi min romantîk jî nînin û ne xwaþ in jî. Ez van rojan nahebînim, tu jî dizanî! Lê dîsa jî te ez avêtim bahoz û girdava van rojan. Min çi xeyal û hêvî dikir?. Lê pir zû weþiyan pelên dara mine hevîdariyê; û bi ser pelan da hêsirên çevan hene. Hên kû nehatibû payîz…lewra jî hên nefirîbûn evînên koçber û ez hên hînê tinebûna te nebûbûm. Min dilê xwe, yê ku bûye bendergeha kul û derdan nexapandibû. Ez di gergefa janan da bûm nexsa derd û êþan, totê cemedeke tariya tenêbûnê bûm.
Hingî tu çûyî þevên min girtî ne û rojên min kelepçekirî ne. Tinebûna te jana zirav e, derdê bê derman e. Bê zagon û bê îfade kuþtina dilan e. Tinebûna te hewar e. Hewareke ji xemgîniyan, derd, kul û ji araman dapaliye maxzana (girtîxana) dilê min.
Roj wergeriya û cih da þevê. Min dîsa sibeh kir. Rojeke nû hildibe li ser dilê minê tarûmar(talan). Bawer bike ji min, tu hebûyî li bal min, yek jî cîxara min. Dost û hogirekî baþ nîne, tû jî dizanî! Ev mîrata cîxarê…lê dîsa jî dikiþînim. Ji ber tenêbûn û bêkesiyê. Ne dayîk û bavên min li bal min in, ax…ne jî ez li Nîþtiman im. Wisa tenha me ez... Mîna dirba bê rêwî, mîna çiyakî bê berf û wek çivîka bê bask. Min dixwast, ku cangorî û baweþîna welatê xwe, çîkên baranê, tîrêjên rojê û keskesora heftrengê ji te re par bikim. Ez jî dizanim, tu pir dûrî min î û ti derfetên min jî nîne, ku te bibînim. Çevên min dîsa tijî dibin. Mêze bike! Roj zelal bû, bi qasî kela dilê min bilind bû. Ev dilê ku bûye têra derd û kulan. Azad dikim, va diçe dilê minê penahber (mûltecî) û birîndar. Min dilê xwe firand, li çil û çiyayên welatê xwe. Hisên min siwarên li ser baskên bayê, tîrêjên rojê di çavên min de xemgîniyê dixwînin. Bayê sibehî di guhên min de û hêdîka dîbêje, xeman nexwe! Rojên jiyana xweþ tên, rojên ku tije hêvî û bawerî û hêviya min dîsa jî ma rojeke serbixwe û çevên min êdî bi gotina min nakin... Rojên bêyî te, ez ji rojên bê þer û kurtahiya jiyanê dihesibînim. Ax dikim, digirîm li welatê biyaniyan û xeyalan mezin dikim; di dilê xwe yê mayînkirî de. Xeyalên min reng bi reng in û êdî bûne bingeha ramana min. Di xeyalên min de yek dayîka min, tu û welatê min, nexwasima jî welat...
Te dilê xwe kîneke neheq, rikeke badîlhewa tijîkiriye û ji bo çi ye ev kîn û rik? Te dilê xwe jêkiriye, daye destê xwe û diçî, cangorî di kû da ev çûyîn?
Were rûne xwarê!. Belkî tiþtên ku bîrvakirî yên ku em hîç nepeyvîne hene. Bi eslî (Esasî) ji bo çi derket ev þera? Ez jî nizanim, lê tenê tu nînî, yê ku tewanbar e, ez jî dizanim, lê encam li ber çevan e. De were rûne xwarê, te stûmala (gerdanparêz)xwe jî nebiriye. Dibe jî min nedaye te. Ji min we ye tirê, te hemû tiþtên xwe biribûn, lê bîrewariyên min hene, ez wan bîranînan nadim....ez pepûk bibim jî nadim....
Kî dîzane, belkî jî ez û tu rojekê...? Belkî jî li cihekî nizanim…ax nizanim... Hêdîka! Weke dizekî ji mal derneyê û nebeze. Li dû xwe bizivire, li min binihêre, li çevên min mêze bike. Dibe jî ez bigirîm, lê tu çima digirî û çevên te bi hêsir in? Negirî; were em bipeyivin, belkî jî em bi hev re jiyana xwe bidomînin, tu bi xiyaneta xwe ve, ez jî bi tenêbûna xwe re... Tuyê bibûya bengîniya ciwantîya min û hisên minê bi kovan(hisret) ku di dilê min de nû aj didan, ne ku zemherîriya mirinê, dengê tenêbûnê û bayê xiyanetê... Were rûnê, neçe em bipeyivin, derve sar e, cemed e, bager û bahoz heye û dilê min di bin berfê de ye...
Bi mêranî destê xwe bide ser gewherê di bin sîngê xwe de. Tu evînê nasdikî, lê evîndariyeke bê gerew? Tu çiqas hatî hezkirin? Hezkirineke ku ji kerban însanan dibe ber mirinê.? Te porê biharê carekê mizda û hembêz kir? Bihareke ku dû zivistana dijwar hatî.? Te dilê xwe firand þînokiya esman û li ser baskên kevokên azadiyê? Carekê, hema yek carê, tu leyîstî bi bîrqînokê ser ava deryayê de û carekê stêrkên esman berjêrî dilê te bûn.? Te þerbeta jan û derdan wek þerbeta evîndariyê vexwar…gulm bi gulm.? Te di rojeke nû de, bi avêtina þefeqê re, deriyê dilê xwe vekir.? Te carekê di deriya tenêbûnê de avjenî kir.? Tenêbûna bê dawî û wek êþa kulê.? Dem siwarê baskê baz e, tu pê hisiyayî, ku dem çawa tê û derbas dibe di ser me re…wek çerxa felekê. Tiþtên ku ji me dibe jî paþva nade ticarî. Belkî jî dem sekiniye em têde derbas dibin diçin. Te carekê, qet carekê kuþt bêhêviya hêvîdariyê? Gelo te di mirineke malxirab da jiyaneke nû afirand? Hinek jiyanên ku di hawarên kûr de bûne wek bîranînan, gava ew jiyan hildiweþin, wê demê, tam jî di wê demê de te dilê xwe wek mermîkî (Gulle) avête ser sîlahê.
Lê min; dilê xwe yê penaber(miltecî) di lûleya(namliya) aþtiyê de teqand. Roj qulibî, þeva tarî destpêkir. Di dilê min de êþeke zirav, di çevên min de hêsirên rêbez û bi ser lêvên min de strana bêwelatiyê û penaberiyê, esman jî teve þîna min dibe...
Ez hêç heznakim...ji þevên koçberiyê. Þevekê ez qetandibûm ji diyarê Mem û Zînê û ez avêtim derya hesretan. Di dilê min de senfoniya hesretê bi xemgînî dilorîne. Dilê minê penaber di þefeqa sibehê de difire û li ber pencerekê disekine, ji wî we ye tirê ku dikare bifire welatê xwe. Li derve cemed e, qeþayê xwe avêtiye pencereyan ...berf bi dilê xwe dibare. Berfa her welatî bi xwe xwaþ e, lê berfa welatê min xweþtir e û germoktir e ji berfa hemû welatan, wek însanên welatê min. Dilê xwe li ber pencerê hildidim û difikirim. Bi ser mirinê de diçim û gefan dixwim, lê dilê min bê giyan dikeve, li xerîbiyê mirin zor e, mirineke penaber hên jî zordar e. Ji ber ku ez di jiyanê de jî, di dilan de jî koçber im û jiyana min di her deman de bi xemgînî, kul, derd û bi aram bû. Jiyana min straneke neqediyayî ye...
Ez jî dizanim jiyan xwaþ e, lê ji bo min jiyan xeyalek e êdî. Min bendê jiyanê ji destê xwe revand. Jiyana min wek gemiya xemgîniyê bi dilkovanî ji bendergeha dilê min de qetiya û çû. Heywax! Girîn û zarîn kar nake. Min evîn û baweriyên xwe bi bengîtî avête ser pelên daran ku baweþîn ber bi te de bîne... Êdî kortikên çavên min jî zûha bûn. Piþtî þeveke bê xew, di þefeqeke xemgîn da me dîsa. Þeveke bê te, lê dîsa jî tu hebûyî di wê þevê de...þeveke westiyayî û þeveke bêdeng…
Malxirabên þevan çiqas bê deng in, wek bîrên tarî û kûr, kerr û lal in wek mirina bê dawî. Þevên ku hisretê dawî nake, pevgîhanê (gîhîþtîna hev) xwedî nake, dipalin kûraniya bîra dilê minê birîndar. Tikes hewara dilê min nabhîse; ramana min dixwaze ku roj derê û bibe sibeh. Lê dilê min naxwaze ku bibe sibeh, dema ku tîrêjên rojê gerdûnê hembêz dikin, tenêbûna min hên jî mezin dibe û zêdetir xwe kifþe dike. Dibe êþek û wek marê kor li bedena min digere. Wek arê dojehê di dilê min de bilind dibe. Ez wisa stûxar û xemgîn dibim, hêsirên min bi xwe tên xwarê, lê ez naxwazim bigirîm, ku tu hêsirên min nebînî û ez te ji nava dilê xwe derxim, vekqetînim û bavêjim. Ne te dixwazim ne jî evîna te. Dilê min ji min re pir bextreþiyê dike, lewra gava bû sibeh, hisên dîlê min ji mentiqa (aqil-Raman) min serdesttir bûn.
Lê dilê te ji simbilên li ber bayê asêtir e, ji bedena te re îsyan(raperîn) dike. Dilê xwe azad berde, bira têde roj vede, di çavên tede þefeq bavêje. Çavên te wek þûrekî qeþagirtî ye, hêdî hêdî bi dilê xwe re berjêrî paþila min dibe…diricifim, lê dîsa jî bi kela dilê xwe de çevên te bi dilekî bengî germ dikim.
Xeman nexwe ti car, ez germaya evînê herdem di dilê xwe de xwedî dikim. Ji ber ku evîna min bêhempa û pir mezin e, evîna min di jiyana te de keskesoreke heftreng bû, evîna min di çavên te de pêlpêlî ye. Di esmanê þînok da li ser baskên kevokan de baweþîn e. Evîndariya min di çiya û baniyan de gul û beybûn e, û evîna min bendergaha tenêbûna min e... Bi te re hînê kenê þêrîn bûbûm û bi te re min evîn û evîndarî naskir. Bi te re hînê hizkirina dinyayê bûm, û bi te re min evîna dilê xwe mezin kir. Dîsa jî te bi min stemkarî, xedarî û evîneke dîjwar û jîyana bê giyan da nasandin... Bi naskirina te re ez ji þevan xeyîdîm. Lê dîsa kenê te yê xweþik di þevan de diniqute dinya min; ew kena hêdîka, bi qayîde û nermikî, wek êþeke xedar, bedena min dipelîne. Demeke dijwar e ew dem, demeke ku can tabnake, ku di wê demê de tu tine yî, deng tine, ronahî tine, hevîdarî tine. Tarîke reþ, þevereþeke fetisokî li dora min e...
Tinebûna te bêqudûmî ye, bêçaretî ye; tinebûna te qehr e, kesirandin e... Tebata tinebûna te kevirê sebrê ye û gula hesretê ye. Hesreta min jî penaber e. Hinek caran di hesretên penaber de jî hevîdarî aj dide, lê ji bo bîrkirina carekê hezar gotin bê kîfayet dimîne. Lewra paþeroj jî pêþeroj jî edî þîfreke genetîk e li bedena min…
Gelo ev nameyeke pir dirêj e ez ji te re dinivîsim, an ji þîngirtina jiyanekê ye? Jiyaneke ku wek kaxizeke qeliþî, wek dîwarekî feriþî, wek guleke çilmisî, wek bêhneke fetisî…nizanim, lê dîsa jî ji te re dinivîsim û dihesibînim ku tu heyî. Ez bi te difikirim, ji min we ye tirê tu min tînî bîra xwe. Tava sibehê gava xwe davêje ser axê, bêhna wê axê çawa tê wek jiyaneke nû?. Ez dixwazim þefeqê bi tîrêjên rojê re bayekî nermik hisên dilê min bîne ji te re. Dizanim tu li benda hisên min nemayî ticaran, lê ez dîsa jî li benda roj û bayê me mîna ku çawa li benda te mam. Di demên þefeqan de jî û tariya þevereþ de jî ez li benda te bûm. Zemheriyê di cemedê da û di qeþagirtina her deman de jî benda te mam. Demên rojhilatê ku roj diqulibî cih dida þevê, di wan deman de ez hên bêtir li benda te dimam.
Gerek te bizanibûya ku dilekî sêwî û westiyayî bi kesera te li derekê ji bo te lêdixe. Her rojên ku bi ser min de diqulibin pirtir min heznî dikin. Êdî ti tiþt biryara jiyanê nadin min; ne bayên sibehê û ne ji tîrêjên rojê. Ti tiþt tamê nade min. Di esmanê þînde firînên bazan, wîtîniya çivîkan, herikandina avan, biþkivîna gulê û qebe qeba kewê, ti tiþt ji min re êdî tam nade. Tam nade jiyana min rojên bêyî te. Gava ku tu werî, kî dizane, belkî jî baxçeyên min çilmisî ne. Di gulistana min de gul nabiþkivin û rojên min jî edî bûne þev. Perdeyên pencerên min girtî ne, deriyê min kilitkirî ye û kî dizane, dema ku tu werî belkî edî ez jî tine me...
Her dem ez li te digeriyam, siya te têra min dikir. Niha pêjna te jî nayê. Rûyê min ken ji bîr ve kiriye. Êdî þevereþ min diparêzin û hevalên min in. Hîngî tu çûyî, cihên tenha û tarî bûne hogirên derd û kûlên min. Ez dîsa þer dikim, lê bi te re na! Vê carê þerê min bi wêneyê te re ye; dihesibînîm ku tu yî li wêderê. Di dema hebûna te de dilê min çawa gurpegurp dikir. Dema tu çûyî qudûmê min nema, ku ez bêjim neçe. Niha di zîndana dilê sêwî de û perestgeha bîranînan de li ber wêneyê te dibêjim neçe, NEÇE!. Hingî tu çûyî, ew gurpîniya arê dilê minê sêwî bêmecal ma û temirî. Ez 2.yê Adarê 1980î hildidim li 31.ê Kanûnê 2001an dixim, digirim bi devkeniyeke (beþûþ), heznî û mehsûn bi kula dilê xwe re didim rexê lêvên xweyên ku ken ji bîr ve kirine. Ji bo ku bibe wek wêneya derd û êþên dîrokî. Ji bo ku ez ticar kirinên te ji bîr ve nekim...
Ku tu rojekê ji niþkê ve derkevî – werî; derya axîn û keseran di dilê minê xemgînde de pêlpêlî bikî jî, êdî tu min nabînî û nasnakî. Ez ne ew ez im. Êdî ez tine me. Tu qatilê roj û þeva yî, tu qatilê his û evînê yî û qatilê dilê ew EZa berê yî. Te ew EZa berê ji zû de mirand. Ew EZa berê di gergefa janan de bû nexþê arama dilan û totê geliyê seqemê bû, û niha jî cemeda tenêbûnê germ dike.
Li çavên min nenihêre, di bîbikên çavên min de li xwe negere, çalakiyên te wê vala derên. Ji ber ku tu ji bona min tine yî... Di çavên min û ramana min û her wisa di dilê min de jî tu cih nagirî. Di orta dilê min de mezelek heye û di wê tirbê de jî çi heye tu fêm nakî; ji boyî fêmkirinê his lazim e, ew jî karê te nîne... Hisên dilê min nepîve. Hisên dilê min aliqîne-asê bûne. Ew hisên ku derba mirina malxirab hildane. Ew hisên ku di þevên bê tavehîv de derba xiyanetê xwarin. Min got, nepîve hisên min û min kelogirî neke. Ev dem ne ew dem e êdî. Avên çeman hemû nagihêjin deryayê. Çawa ku min bîrvakir ken û henek, wisa jî min bîrva kiriye girîna ji bo te. Di çavên min de hêsir hebe jî zinhar! Tu nebe ser xwe. Ew hêsirana þîngirtina mirina hisane. Þîngirtina evîna koçber e. Xatirxwastina gemiya jiyanê ye, ku ji bendergeha vir û derewan diqete û ber bi jiyaneke nû de diçe. Tu jî here, nesekine li van deran. Bila di dilê min de janeke zirav bimîne. Payîz hat dîsa. Dema pelweþîna daran e. Perdên pencereyên min venekin, li zengilên deriyê min jî nexin. Tenêbûnê bêtir kes bi ser min de nehat bi salan; ji ber vê yekê min jî zengilê deriyê xwe hilweþand û avêt. Mîna ku çawa tu jî hatî avêtin ji dil. Va ye dîsa payîz hat, ez dilê xwe davêjim ser baskên kevokan û diþînim welatê xwe. Ji ber ku dilê min hisên xwe biparêze, mîna darên payîzê pelweþiyayî nebe. Welat dilê min dihebîne, her wisa dilê min jî wî. De here êdî dem hat, vê carê mîna dizekî jî nereve, deriyê min kilît bike, piþta xwe bide min û wisa here. Ez li benda bihharê me êdî. Di biharekê de dixwazim bikenim êdî... Bê hêvî jî nînim, lê yê ku ez li bendê me êdî ew jî tu nînî...
Mürüvet.Y.Cacim
De were tariya dilê min Ramana min ya koçber weke êþekê bikeve nav bedena min ji bedena min biqetîne vî rihê kole Li benda te me ez bibe xumam û hêsir di kortikên çavên min de û bibare dilop bi dilop paqij bike demên çuyîn ên bi qilêr ji min re dîrokeke nû bineqiþîne De lorî De were tenêbûna min xwe berde þibaka dilê min de û bi tenêbûna xwe ve were tu di ramana min de yî ramana min bi te ve ye bêkesiya te qeyd û zincîr in di dilê min de dilê min tenêbûna te dihêre De lorî bihêre lorî
De were evîna bê evîndar bê deng bibihîse hawara dilê min wek beybûnê vebe li rûyê min û ez di menzîla evînê de me Hey wax tenêbûn tenê hatiye Li benda bihareke din be axx dilê min lorî de lorî
muruvetcacim@gmx.de
ZIMANÊ DILÊ MIN 16.07.06
|