Kovara Siyasî,Çandî,Hunarî,Dîrokî,û Lêkolînî ya Kurdên Anatoliya Navîn  

Ser Rupêl

 

Nûçe

Çand û Huner

Nivîskar

Sehîd

Kovara Veger
Aborî

Ferheng
Dîtin û Raman

Civak û Jîn

Spor

Medya

Polîtîka

Dîwanxane

Cîhan
Edîtor

Girêdan

Têkîlî

Lêkolîn
Defterê Nîvana

Album
Kurden Anatoliyên
Kurdistan
Gundên Kurdên Anatoliyên
Gundên me
Pirtûkxane
Arsîv
 

 

 

 

 

 

 

 


 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 


 

 

 


 

 

 

 


 


 

 

__________________________________M.Salih Dalin_______________________________

 

Rewşa demoqratîkbûna me kurda

Em kurd herwekî ku tê zanîn em di hertiştî de li pêş in.

Tenê di zanistiyê de li paş in.

Lê mixabin em nizanin xwe di nîvê tişta de bi hesibînin.

Herwekî demoqrasîbûnê.

Em pir hez ji demoqrasîbûnê dikin.

Demoqratîkbûn ji ser zimanê me nakevê û em daxwaziya demoqratîkbûne dikin

Lê yê ku herî derveyî demoqrasiyê jî mane em in?

Ê ku herî demoqrasiyê binpê dikin, di pelixînin û diperçiqînin dîsa em in.

Ê ku herî bêhtir li jinê xwe li zarwê xwe li der dora xwe zilmê dikin jî dîsa em in.

Gelo ku me xwe bi guhertana niha rewşa me ne baştir bû?

Vî rengê feoedalî kevneperestî paşverû me ji ser xwe ne avêtîye.

Dinya alemê xwe guhertiye çima em xwe nagûherînin?

Wê kî me perwerde bikê û bigûherîne?

Wexta ku em xwende û zana bûna.

Em di her warî de têgihîştî bûna.

Em niha ne di rewşeke din de bûn gelo?

 Em li himber jinên xwe zana û demoqrat bûna.

Me jî weke her kesî jinê xwe kole nedîtana.

Me jinên xwe herwekî ferdên herî girîng ji bingihê malbatê bidîtana,

em niha ne bi pêşketîtir bûn gelo?

Di gotinê de di xeberdanê de em demoqrat in.

Lê di pîvan û bikaranînê de em pir xwe nagûherin û bi pês naxin.

 

Di malê de zilma li ser jinan û bêzarbûna jinan tesîreke pir nerêni li ser civakê tevî dikê.

Ji ber ku jin dibistana civakê a herî girîng e.

Heger jin kor bê wê civak jî korbê ji ber ku jin di destpêka jiyanê û perwerdêyê ye.

Zarok pêşî her tiştî ji dayika xwe fêr dibê û çavê xwe lı jîyanê vedike.

Her tiştî ji 3 salîya xwe hete 15 salîya xwe fêr dibê.

Di vê dema girîng de çi di jîyana wan de tê kirin ew di serê wan de dimîne.

Tesîreke pir mezin li piskolojîya wan dikê.

Heger ew rengê faodalîyê pêk werê êdî lawik xwe li ser jinê weke qehremanekî dibînê û di temenê xortanîya xwe de xwe berpirsyarê namûsê dibînê

zilmê li xwîşk û dayika xwe jî dikê.

 

Heger keç bê di bin piskolojîya dê de di mîne.

Dê jê re dibêje "Qîza min" qedera me ev e em çi bikin em nikarin dengê xwe derxin ku em dengê xwe derxin xelk wê çi ji me re bêje?"

Em ê rezîl û ruswa bibin di nav xelkê de.

Êdî bi qedera xwe razî dibin û di nezanîyê de dimînin û difetisin.

Jin jî  ji kurê xwe re dibêje "Lawo ma tu dikî serê jina xwe berdê da li te sûwar bê?

Lêxîna nehêle ku çavbel bibê.

Car caran jî hewqas zilm  û şideta li ser jinê zêde dibê êdî xelasiya xwe di mirinê de dibîne.

Dibê "Xwezî ez nebûna û ez nehatibama dunyayê xwedê ez ne dabama dunyayê û heta xwe dikujin û întîxar dikin.

Gelo ev e demoqratbûna me?

Gelo ev e edaleta me ku em jinan weke malekî difroşin û nextê û qelenê distînin.

 Ew keçên delal ji bona diravan pere û malê dinyayê dikin kole?

Gelo ne em in ew ê ku dibên de lo keçeke min da te û çû.

Bêyî ku ji keçikê bipirsin ka te ev lawik divê an na û bêjin ka em destgirtîyê wê nîşanî wê bidin wê didine mêr.

Gelo ne em in ku keçkên 15 -20 sali di dine kalê 50- 60 salî?

Gelo ne em in ku dibin sebebê van nexweşî û niheqiyan?

Ka demoqratbûna me?

Ka pêşverûbûna me?

Ji ber van sedeman ku îro em ketine rewşeke xirab.

 

Ma jin ne nîvê civakê ye?

Ew civaka ku ji nîvî jin û nîvî mêran pêk tê.

Wexta kû nîvîyê wê civakê nezan û kor bê û ji kar, xebat,  ji fikir û remanê mabê dûr wê çawa di wê civakê de pêşketin çê bibê?

De ka em bifiikrin dibên jin namûsa mêr e?

Eger jin namûsa mêr bê?

 Gelo mêr jî ne namûsa jinê ye?

Wexta mêr di çê jinekê tîne ser jina xwe.

Gelo jin jî herê mêrekî werînê ser mêrê xwe wê çawa bê?

Heger ev bi mêr zor bê gelo bi jinê jî ne zor e?

Deka em carekê xwe têxine dewsa jina û bifikrin.

Gelo ew jî ne mirove insana?

heger em jinê mirov insan bibînin divê mamila insana jî pê re bikin

 

Lê wexta ku tu van tiştan ji hinek mêran re bêjê wê xwe bi merev bidine kuştin.

Birastî jî wê bêjin de yabo vana jinê me jî li serê me kirine agir!!!

Lê wexta ku merev li civakeke paşverû dinêre ku ev nexweşî hemû di nav de mewcûd in.

Mînak jî Rojhilata navîn û civaka Îslamê.

Xûyaya ku bê di çrewşdene û li ser derya neftê (petrolê ) ne û dîsa her cureye hejarî paşverûtî feodaltî kuştina namûsê û herwekî dîn rûdidin.

Bêhtir jî em kurd.

 

Birastî kû em rewşenbîrên Kurd hinekî xwe biguherînin xwe bi xwe perwerde bikin her yekî ji me

di warê pêşverûbûnê de bar bigirin ser milê xwe, em ê karibin gelek tiştên nebaş ji nav civaka xwe rakin.

Em ê bigihîjne encamne baş.

Lê em xwe li benda hineke din bihêlin da me bigûherînin em ê gelekî li paş bimînin û ev nexweşî wê berdewam bikin û zedetir bibin.

Lê wer xuya ye ku rewşenbîrên kurd tenê bi qirka hev bigrin û hev xayin bidin xuyakirin û xeberên nebaş ji hev re bidin.

 

Bê gumen ev tiştê ku nebaş in ew jî me ji perwerdeya dagirkeran girtîye û ji wan hîn bûne.

 Em girîngîyê nadin perwerdeya xwe.

Em girîngîyê nadin pirsgirêkên civaka xwe.

Em girîngîye nadin rastî û rexneyên xwe .

Em nizanin rexnê bikin û ne jî rexnê bigirin.

Ka demoqratîkbûna me?

Gava ev li ba me hebin ê ku dibên em rewsenbîr in xwe nekine demoqrat wê çawa gel û civak bibê demoqrat?

Birastî jî em xwe di nîvê tişta de nabînin.

Ku em qomunîst bin em tam dibine dijberê olanç

Ku em oldar bin em kesî di ser xwe re nabinin û zû dikevine davkê ku ê bi navê dîn tev digerin zû karin me bixapînin.

 

Ku em digihine tirka û tirkîtîya wan qebûl dikin bi sed qatî ji faşîstê wan bêhtir li himber gelê xwe û mafê gelê xwe derdikevin û tirka ji tirka bêhtir diparêzin li ser dîroka wan lêkolînê dikin.

Minak ê weke Kamuran înan ê weke Hikmet Çetîn û weke Abdulkadir Aksu ku ev  jî kurdin û tirka ji tirka bêhtir di parêzin.

serê gotinê binê gotinê behsa Mafê mirova û demoqrasiyê dikin.

çi tê serê gelê wan qet pê rihetsiz jî nabin.

Heta ev nexwesî ji nav me neçin, em xwe nas nekin û xwe negûherînin em nabine weke xelkê û xwedî civakake pêşverû.

Êdî dem hatîye em ketine sedsala 21 an ku heta niha em bi pêşê nekevin wê kî me bi pêş bixê?

 

Xwendevanên hêja ez bawerimkû ji îro û pêve em li van qampanîya ziman û çanda xwe xwedî derkevin

 

M.Salih Dalînî

18.09.2006

 

 

Ax Kurdistana min <<< 22-09-06

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 Copyright © Kovara Veger

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 
 

 

 


 

 

 

 

 
Nivîskar

Ahmet Gezer

Mehmet Þeker

Ibrahim Ibrahim

Hasan Hüseyin Deveci

Ömer Yüce

Murat Alpavut

Mehmet Bozdað

Mûrûvet Y Cacim

Ishak Köylü

Adem Karaçoban

M.Salih Dalin

 

 

 

 
 

 

 

 
 

 

 

 
 
   
 
 

 

 

 

 
 
 
 

 

 

 

 
 

 

 

 

 

 

 

 

 


     

       Kovara Veger copyright © 2003 - 2006