Kovara Siyasî,Çandî,Hunarî,Dîrokî,û Lêkolînî ya Kurdên Anatoliya Navîn  

Ser Rupêl

Nûçe

Çand û Huner

Nivîskar

Sehîd

Kovara Veger
Aborî

Ferheng
Dîtin û Raman

Civak û Jîn

Spor

Medya

Polîtîka

Dîwanxane

Cîhan
Edîtor

Girêdan

Têkîlî

Lêkolîn
Defterê Nîvana

Album
Kurden Anatoliyên
Kurdistan
Gundên Kurdên Anatoliyên
Gundên me
Pirtûkxane
Arsîv
 

 

 

 

 

 

 

 


 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 


 

 

 


 

 

 

 


 


 

 

__________________________________M.Salih Dalin_______________________________

 

Karesat û şerê piskolojîk li kurdistanê

 

Weke ku xûya dikê dewleta dagirker a tirk di keresetê de jî Dev ji şerê xwe yê psîkolojîk bernadê. Ev çend rojin ku bi giştî li tevahîya Kurdistana Bakûr lehî û ava ku ji ber sedema barana zêde li Kurdistanê bû sedemê mirina gelek kesên Kurd. Derdora 40-50 mirovan jîyana xwe ji dest dan û winda bûn. Bi hazaran Lawir(heywan) telef bûn û bi milyara zerarê madî çebûn. Lê ya balkêş ewe ku dewleta tirk di van keresatê xwezayî de jî dev ji wê kîn, nefret û dijminatîya xwe bernadê.

 

Gelê ku xisar dîtine – mal, zarok û lawir (heywan) ê xwe winda kirine têne ba  rayedarên dewletê (kaymakam, vali) û daxwaza alîkarîyê dikin. Ew rayedar dibêjine wan: “Herin bê we rayê xwe di hilbijartinê dane kê bera ew alîkarîyê bidine we!“ Ev şermeke mezine ku ev dewlet dikê. Ji derveyî dewleta tirk ez bawerim ku tu dewlet nebin ji ber radana xwe kolektîv bêne cezakirin. Tenê di nav dewleta dagirkerê tirk – ku tu hemwelatîyê wan jî bê, bêş û vergîya xwe bidê wan jî, ew di demên felaketê xwezayî wek alîkarî li te venagerê. Berûvajî, ew bêş û vergî dibe ber, gûle û bahrûd li te vedigerê ji bedêla ku bibê xizmet; Dibistan, rê, febrîqe ûhw dîn li te vegerê. Lê di Şûna xizmet û avakirinê de  dibê talan, wêran, asîmle, gûnd xerakirin, fealî meçûl, tecawîz, zilm, zor û jenosît  li te vedigerê.

 

Gava ku kerasetike wisa xwezayî der dikevê jî kesê kû cerdevan bin, kesê ku alîgirê dewletê bin yan jî xwe firotîbin wê alîkarîyê bidne wan. Lê kesê ku xwe nefroşin û liser  şerefa xwe û kesayetîya xwe bimînin dewlet wan weke dijmin dibînê û alîkarîyê nadê wan û bi kîn û nefret li wan dinerê.

 

Bê gomen di erdheja ku li Bîngolê çêbû gel hatin ba wan rayedarên dewletê  daxwaza alîkarîyê dikirin. Wan rayederên wê demê jî weke ê îroj digotin û alîkarî nedidan wan. Heta bi ambûlansa dane ser wan û hinek dîtir jî kûştin. Gava ku gel rabû ser pîya jî televizyonên wan û medyaya wan bi giştî bi yek dengî bi hevre hûcûmî wan mexdûran dikirin û digotin: „Binerin terorîstin û terorîstîyê dikin!“ Bi polîs û leşkerên xwe hûcûm birin ser wan û li wan didan. Binçav dikirin derdixistin dadgiha bi cûdekarîyê tewembar dikirin. Gelo kî  Terorîste? Gelo kî tewembare gel an dewleta faşîst? Ew alîkarîya kû hatibû jî disekinandin û ne didane gel û gel perîşan dikirin.

 

Di sala 1988 de ji gelê me ê ku ji Kurdistana başûr ji ber kîmyasala Saddam bazdabûn revîyabûn û li Kurdistana bakûr hatibûn li Qoserê û Amedê û li cihê dîtir di Qempan de hatibûn bi cîh kirin. Wê demê jî  ji YE Yekîtîya Eurupa alîkarîya ku ji wan kesa re şandibûn dîsa rayedarê dewlêtê bi rengekî rûreşî ew alîkarî dizîn. Wê demê Walîyê Amedê Hayrî Kozakçioglu tiştê ku mabû jî bi rayadarê dewletê dinava xwe û askerîyêde bahr vekirin û yê mayî jî şandine Îstenbolê. Bi rojan medyayê li ser van bûyaran nivîsîn.

 

Ev dewleta bê fedî û bê şerm dîsa îroj jî wisa dikê da ku moralê gel xira bikê û Şaradarîyê DTP têxê tengasîyan de. Da ku gel bêjê: „Va Şaredarên me alîkarîyê nadin me!“ Da ku kesê nezan bêjin: “Ma em tenê kurdin! Va dewlet li kesê alîgirê xwe xwedî derdikevê. Ma me Kurdîtî kir me çi jê fahm kir!“ Vî şerê psîkolojîk li ser gelê me dimeşînin û bi vî awayî dixwazin ku gel têxne nav tevlîhevîyekê bi xeter û aloz.

 

Di sala 1991 an de jî dîsa kurdê ku ji Kurdistana başûr ji ber Saddam penaber bûn, xwe li „sînorê“ Kurdistana bakur girtibûn. Dewleta tirk nehiştibûn da bikevin hêla bakur û li ser sînor bi rengekî pir zor û zehmet jîyan dikirin. Dîsa gelê me bi wan îmkanê xwe li wan xwedî derket li gor derfetê xwe Ji wan re alîkarî berhev kirin. Di wê demêde ez bixwe di şaradarîya Midyadê de wesîfedar bûm. Me qempanyeke ji bo alîkarîya wan megdûrê Saddam berhev dikir 16 wesaît kom kirin û bi wan wesayîte dişand ji wan kesê li ser sînor mabûne perîşan. Her wesayîta ku me dibir leşker û cerdevana tiştê weke birinc, şekir û hw dîn ji xwere datanîn û nedihiştin ku bi serbestî ji wan mexdûra re herê. Ka ev kiryarê vê dewleta faşîst wê çawa bêne qebûlkirin? Êdî bese bera dinya çavê xwe û Gûhê xwe vekê, zilm û zora li ser me Kurda bibînê. Di şûna me bikin terorîst bera terorîstê rastî bibînin. Ma ev kiryar ne ê terorîstane û ne kiryarên li hember mirovatiyê ne? Ma kî terorîst e?

 

Lê gelê Kurd xwe nas dikê û wan kiryarê dewletê jî dizanê. Êdî ew şerê wan yê psîkolojîk nema têsîra xwe li gel dike, gel li xwe û gelê xwe xwedî derdikevê. Jibona alîkarîyê gerek herkes sefer berbê ku em tevde têkevine nav hewldanê mezin da ku em hindik jî bê bibin derman û merhem ji bo birîna gelê xwe. Ez di wê baweryê deme ku dewleta dagirker çi bikê wê gel li xwe û li gelê xwe xwedî derkevê. Ez ji kesê ku jiyana xwe ji dest dane ji xweda rahmet, ji xizmên wanre sersaxî û sebrê dixwazim, ji kesên birîndar re şîfayek zû dixwazim. Hêvîdarim ku felaketê bi vî rengî dûbare neyên serê gelê Kurdistanê. 

Li gel rêz û silavên

M-SALIH DALIN >>Jibo alikariye pel virkin

 

 

 

 

Sedemên Paşketina Kurdan <<< 17-10-06

Bijî Serok Apo herdem tu bijî  <<< 28-09-06

Nepejirandina Zagonên Dagirkeran <<< 27-09-06

Ax Kurdistana min <<< 22-09-06

Rewşa demoqratîkbûna me kurda <<< 22-09-06

Bijî azadî bimrê koletî <<< 22-09-06

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 Copyright © Kovara Veger

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 
 

 

 


 

 

 

 

 
Nivîskar

Ahmet Gezer

Mehmet Þeker

Ibrahim Ibrahim

Hasan Hüseyin Deveci

Ömer Yüce

Murat Alpavut

Mehmet Bozdað

Mûrûvet Y Cacim

Ishak Köylü

Adem Karaçoban

M.Salih Dalin

Necati Gezer

Şoreş K. Bilikan

Dilxweş

İzzet Tanış

 

 

 

 

 
 

 

 

 
 

 

 

 
 
   
 
 

 

 

 

 
 
 
 

 

 

 

 
 

 

 

 

 

 

 

 

 


     

       Kovara Veger copyright © 2003 - 2006