Kovara Siyasî,Çandî,Hunarî,Dîrokî,û Lêkolînî ya Kurdên Anatoliya Navîn  

Ser Rupêl

Nûçe

Çand û Huner

Nivîskar

Sehîd

Kovara Veger
Aborî

Ferheng
Dîtin û Raman

Civak û Jîn

Spor

Medya

Polîtîka

Dîwanxane

Cîhan
Edîtor

Girêdan

Têkîlî

Lêkolîn
Defterê Nîvana

Album
Kurden Anatoliyên
Kurdistan
Gundên Kurdên Anatoliyên
Gundên me
Pirtûkxane
Arsîv
 

 

 

 

 

 

 

 


 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 


 

 

 


 

 

 

 


 


 

 

__________________________________M.Salih Dalin_______________________________

 

 

Sedemên Paşketina Kurdan
 
 
Dema ku dîroka Kurda tê şîrovekirin hin tiştên balkêş bala dîroknas û lêkolînvana dikşîne. Sedemên paşketina civaka Kurd û dûrketine ji çand, dîrok û gerdîşên xwe bi dû bingehan ve tê girêdan, ku herdû bingeh jî bê xwesteka civaka Kurd enjekteyî civakê bûye. Baş- û bilindkirina sê tiştên neqenc (nebaş) û nebaşkirina sê tiştên baş û qenc.
 
Çi ne ev tiştên baş û evên nebaş?
Stranbêj/Dengbêj:
Me stranbêj nebaş dabûne xûyakirin. Weke navê mitirb, qereçî û herwekîn dî leqeb û navên nebaº  li pey wan xistibûn. Jinek stiranbêj bûye nikarîbû bi rihetî bistirandane. Ji hêla malbata xwe ve dihat reşkirin. Ji nava civakê nikarîbûn ji xwere bi kesekî re bizewice, mêr bike. Kesekî ew bixwestana malbatên wan digotin: "Te çûye ji vêqas dinyayê yeke mitirb dîtiye! Li hemberwan astengî derdixistin. Heger bi mêrbana xelkê digotine mêrê wan: „Jina te bûye xeberdana (şitexaliya) devê xelkê, bûye meymûneke li odê axa digerê! Heger zilam bane, yanî dengbêjê mêr bana kesî keçê xwe nedidane lawê wî û tim li ber çavê gel biçûk dihatin dîtin. Digotin: „Dehere lo tu kûrê zirtekekî ye“, kesî rûmet û îtbar nedidane wan.
Berûvajî, stranbêj herî kesê ku hêjayî rûmet û rêzê ne. Bi hebûna wan bi hezarên salan dîrok û çanda Kurdan hat parastin. Bi wan stranê xweyî xweş dilê gel radikirin û hêrsên wan radikirin. Hê jî ew stran û sewta wan dibû wek dengê Berqekê û li pêşîya asîmlasyonê digirt. Lê me bi qîmetê wan nizanîbûn. Çima gelo stranbêj û hozanê xelkê bi qîmet û gel pir rûmet didane/didine wan? Mînak: Madonna, Shakîra  û  herwekî wan bi sedan hene ku ewrûpî wan wek pêxemberan di hesibînin. Ku CD wan qilîbên wan der dikevin bi milyona têne firotin. Gel li wan xwedî derdikevin. Jiber ku kûltûr û çanda wan belav dikin.
 
Hûner/Senatkar:
Ya didûyan çi bû ku me nebaş dabû xûya kirin? Ew jî senatkarî bû. Me senat(hûner) reş dabû xûyakirin. Kesekî ku sefar bane yanî sifir sipî bikrana me ji wan re digot: "Evê wek sefarekî qûn mezinê pîs, tû tenê karê herê di beroş û teştande qûna xwe bihejêne!  Gelekan ji zarokên wan re digotin: "De here lo tu kûrê sefarekî hanaye ma tû jî zilamî! Bivî awayî dinava gelde biçûk diketin ji ber karê xwe fedî dikirin mest û stûxwar dibûn xwe biçûk didîtin piskolojîka wan xeradibû û nedixwestin karê xwe an bapîrê xwe bikin an bipêşve bibin. Carna jî ji kesê ku qeraºtî dikirin digotin: "Eçav qeraº!“ Kesî qîzikên xwe nedidana wan û qîzên wan nedixwestin. Heger hinek ji kurê xwe aciz bibûne digotin: "Eçav qeraº!“ Berûvajî, qeraşî biserê xwe senatek bû û aş bi serê xwe febrîqeyek bû. Wî qeraşî ew febrîqe dixebitand. Heger em li wan û senatên wan xwedî derketana birastî wî senatê xwe pir pêşde biribane. Lê mixabin me her ew pîskirin û biçûk xistin bi çavekî biçûk li wan nerîn.
Her weke kûrtan ker me digot: „Nav milê wî pahnin wek ê kûrtan kerekî ye!“ û dibin van pisîkolojîkê de dihiştin û senatê wan li berçavê wan reş dikirin. An jî çal çêker û karker me digote wan: „Ev wek filihekî dixebitê!“. Lê li alyên dî hûnermendên xelkê weke senatkar dihatin dîtin û leqebê herî bi rûmet ji wan re dihatine gotin: „Destê hosteyê bi qirêj neynika medenyetê ye.“ Bi vê senatê xwe pir hildan û bi pêş xistin û gihandin heta senayî û endûstrîyê. Eger mejî wisa bikrana em jî weke wan bi pêşketîbûn. Halbikê berya sê - çar hazar sal ku li welatê me aş hebûn, lê bi vê pisîkolojîka xwe em li paº man.
 
Ticaret/Bazirganî:
Ya sisîya jî ticaret bû. Kesên ku ticaret bikrane dinav gelde hinekî biçûk dihatin dîtin. Leqeba weke Atar“, „ºeqalû beqal dihatine xûya kirin û bi çavekî biçûk li wan dihate nerîn. Kesên ku zengîn bane digotin: „Evê zengîn, mal genî, malê heft fileha diserde heye û pîs e.“ Ev kesê zengîn jî bi çavekî ne baş li wan dinerîn wan wek kesê nebaş  û bêker didîtin. Zengîn û ticirê xelkê pir bi qîmet û rûmeteke wane gelekî li pêş heye. Lê ême bê qîmet û bê wate hiştine. Halbikê dinya li ser ticaretê dizîvire“ û ticaret nebaye ev pêşketina îroj çênedibû gelekî ku ji ticaretê dûr bê wê pir bi paş kevê. Tu dinerê ev dewletê eurûpî an amarîkî ji bo ticaretê û berjewendiyên xweyî aborî her tim çalakin û tevdigerin.
Gava gelek ji ticaretê dûr bê, ji senat durbê û ji kultûr û çanda xwe dûr bê wê çawa bi pêşkevê? Gelo me ev tiştê xwe ê herî bi qîmet weke zêr dinav xwe de pîs kirin, an jî sîyasetek dagirkeran bû ku ev sîyaset dinava mede kirine da ku me li  paº bihêlin û zûtir karibin me bihelînin û tûne bikin?
 
Feodalî/Zilm û Zorî
Gelo hersê tiştê ku pîs bûn me wan wek baş dane neskirin û me pesnê/wesfê wan didan çibûn? Yek me pir wesfê axa dida kû her diçû zilma xwe li ser gel zêde dikirin û malê gel dixwarin talanê xelkê ji wan distandin ji xwe re dibirin. Me di civatên xwede digot: “filan axa çû talanê filenkes bir û ji wan re got heger hûn mêrin hûnê dey bikin.“ Ew tirşikçiyê xwe dida dora xwe û digot: „Herin malê filan kes werînin û wî talan bikin.“ Wanjî ev dikir.
 
Diz/Kedxwarî:
Ya dûdûyan jî diz bûn wandiza diçûn pez dewarê xelkê didizîn an sextekarî dikirin  an xelk diºelihandin. Me digot: „Filan kes weke cin e, karê cilê xelkê ji wan jêke nahêlê bi xwe bihisin pir cambaze û jîr e.“ Me wesfê wan dida.
 
Mêrkûj/Qatil:
Yên sisîyan jî qatil bûn çiqas qatilê ku hebûn me digot: „Evê han çûye nizanim çend mêr kûºtine û mêrê di ser wîre tûnene, nizanim çend ji aºîra filan kes kûştin û tovên mêran ji eşîra wan qelandin.“ Ciwanên me jî di wan odande hisreteke kûr dikete dilê wan û digotin: “Xwezî min jî çend mêr bikûştane da xelkê pesnê min jî bikrana.“ Heweseke wisa bi wanre çê dibû. Mixabin rewşa me ev bû hetanî ku şoreşa bakur ji bo azadî û aşîtî dest pê nekir. Piştî destpêkê û heta îroj gelek tişt hatin gûhertin, lê hîna jî ev gûhertin bi serê xwe nebesin. Rewşenbîrên Kurdistanê divabin rolên xwe bileyzin û gel perwerde bikin, da ku gel bêhtir li xwe û li mafê xwe xwedî derkevê.
 
Li gel rêz û silavên
 
Mehmet Salih Dalînî, dem 14.10.2006

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 Copyright © Kovara Veger

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 
 

 

 


 

 

 

 

 
Nivîskar

Ahmet Gezer

Mehmet Þeker

Ibrahim Ibrahim

Hasan Hüseyin Deveci

Ömer Yüce

Murat Alpavut

Mehmet Bozdað

Mûrûvet Y Cacim

Ishak Köylü

Adem Karaçoban

M.Salih Dalin

 

 

 

 
 

 

 

 
 

 

 

 
 
   
 
 

 

 

 

 
 
 
 

 

 

 

 
 

 

 

 

 

 

 

 

 


     

       Kovara Veger copyright © 2003 - 2006