Kovara Siyasî,Çandî,Hunarî,Dîrokî,û Lêkolînî ya Kurdên Anatoliya Navîn  

Ser Rupêl

Nûçe

Çand û Huner

Nivîskar

Sehîd

Kovara Veger
Aborî

Ferheng
Dîtin û Raman

Civak û Jîn

Spor

Medya

Polîtîka

Dîwanxane

Cîhan
Edîtor

Girêdan

Têkîlî

Lêkolîn
Defterê Nîvana

Album
Kurden Anatoliyên
Kurdistan
Gundên Kurdên Anatoliyên
Gundên me
Pirtûkxane
Arsîv
 

 

 

 

 

 

 

 


 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 


 

 

 


 

 

 

 


 


 

 

__________________________________M.Salih Dalin_______________________________

 

Nepejirandina Zagonên Dagirkeran

 Kurdan tûcar qanûn û zagonên dagirkeran qebûl nekirine û nepejirandine. Wek ku tê zanîn di peymana Lozanêde xaka Kurdan kirin çar perçe û bi vê perçekirina Kurdistan, gelek bê heqî û zordarî li Kurdan hate kirin. Gelek qedexe li ser ziman û çanda wan hatin kirin.

Bi peymana Lozanê dewletên wek Tirkî, Iraq û Surye bi rengekî kêfî hatin damezrandin û rê li ber perçekirina Kurdistanê hate vekirin. Ev yek wek pirojektekê li rojhilata navîn hatibû danîn û ew pirojekt, li gor wan dewletên di Lozanê de xwedî gotin bûn, bi pêşve çû. Wan dewletan gûhên xwe nedan gel û mafên gelan. Tenê berjewendîyên xwe yên teng û nêzîk li ber çav girtin. Berjewendiyên gelan bi giştî û ên Kurdan bi taybetî man li asteka paş.

Li himber van niheqî û bê edaletyan peymana Lozanê, Kurdan ew dewletê nû hatin damezrandin qebûl nekirine, nepejirandine û zagonê wan nasnekirine. Ger çiqasî zilm, zor û komkujîyên mezin jî li hember Kurdan kiribin jî, lê Kurdan ne ew ne jî zagonê wanî ne demokratîk nasnekirine. Lewma Kurdan ew dewlet wek dagirkerên Kurdistanê û zalim dîtine, ti wext ne xwestine leşkerîye wan bikin û ji ber leşkerîya wan revîyane. Zewacên xwe li gor zagonê wan nekirine, bi salan zarokên wan ne tomarkirî (qeydkirî) mane û nasnamê wan dewletan nexwestine.

Hebûnên xwe (erd û milk) tapo (li gor zagonê wan dewletan li ser navê xwe tomarnekirine) nekirine û tiştên ku wan dewlete xwestina Kurdan (tersê) dijî wan kirine. Hinakan ji wan dewletan jî Kurd weke hemwelatîyên xwe nedîtine û nasnekirine. Wek nimûne: Dewleta Surî Kurdên rojava, ku bi hezarê salana li ser xaka xwe dimînin, hîna wek kesên biyanî, xerîb (ecnebî) û penaber dibîne, dinirxînê.

Van dewletên dagirker her şêweyên helandinê û asîmlesyonê li ser Kurdan ceribandine, ji zilm û zorê heta biçûkkirina çand, ziman û olên Kurdan wek (alewî û êzîdî,) ji qedexeyên siyasî û çandî heta tûnekirin û talankirina xwezaya Kurdistanê, heta valakirina Kurdistanê bi zorê û bi mecbûrhiştinê.

Ev dagirker heta roja niha bi van xwestekên xweyî dijberî mirovatiyê û înhûman biserneketine. Her çiqas li derna gihîştibin hinek encamên ku dixwestin, lê bi giştî biserneketine û nikarîbûn her tiştên dixwestin bi Kurdan bidin qebûlkirin û pejirandin.

Kurdan tûcaran bawerya xwe bi zagonê wan ne anîne.

Wek ku tê zanîn di nav Kurdan de gelek sîstemên baş hebûn. Ev sîstemê baş çi bûn? Di nav Kurdan de – heta nîvê û dawiya sedsala 20an Eşîr hebûn. Li vir hêjayî bi bîrxistinêye ku Eşîrên Kurdan wek dewletên federal û otonom tevdigeriyan, ne astengbûn li hember pêşketin û ronkirina civatê, ku wek niha hinek eşîr li Bakûrê Kurdistanê bi me xûyadikin. Di nav van eşîrande peyman hebûn û zagonê civatî, olî û herwiha sosyal û alîkarî hebûn. Eşîr ne tenê ji serokeşîr ferman digirtin, herwiha komên „Rîh Sipî“(Kesên zana û zîrek ku dihatin „hilbijartin“) hebûn ku di biryarên xwe hem hûman hemjî aşîtîxwaz dihatin naskirin û pejirandin. Biryarên wan digirtin herkes girêdidan û ji bo damezrandin û parastina aşîtiyê li herêmê bi giştî û di navbera herêman (eşîran) bi taybetî hêmanik (înstrûmentik) esasî û bingehî bûn. Van kesan destûr nedidan ku „xerabî“ li herêm û gûndên wan çê bibin. Ji bo bi rekûpek birêvebirina civakê rolek girîng digirtin ser milên xwe. Lê xwedî derketina dibistanan, (herwiha dibistanên olî) mamoste (mele, pîr û hw) û şagirtên wan di nav civakê de tiştekî xwezayî dihatene dîtin.

Kesên kû zerarek bigihîştibine wan, zerarê xwezayî (lehî, tûfan, xerabûna çandiyên wan) di navde heta zerarên ku hinek kes dibûn sedemê wê, gel dinav xwe de ji wan re alîkarî  di nav xwe didan hev da kû karibin wî kesî di nav civatê de rabikin „ser lingên wî“ û ew jî karibe rolên xwe di civatê de pêk bîne. Kesên (ciwanên ku hij hev dikirin) ku evîna wa ji hêla dê û bavên wan nedihat pejirandin. Hev direvandin û  herêma xwe berdidan û xwe li herêmek dîtir digirtin da ku ji bo wan bibin alîkar û pirsgirêka wan çareserbikin û karibin bi ewle vegerin herêma xwe. Kesên ji ber vê sedemê an sedemên dîtir nema bikaribiya vegeriyana herêma xwe li wê herêmê bi cîh dibûn – li rojava ji vêre dibjin „Asyl“. Ew kes wek herêmî dihatin pejirandin, ax, xanî û lawir didan wan da ku karibin jiyana xweyî rojana bijîn. Hem wek herêmî dihatin pejirandin ji hêla herêma xwe lê girtibûn, herwiha wan bi xwe jî xwe ji wê herêmê didîtin û girêdanên xwe bi herêma xweyî esasî berdidan (pejirandina hemwelatiyekê û xwe jê derxistina hemwelatiyekê di sîstemên îroj de). Wek ku tê zanîn îroj jî kesek hemwelatiyê dewletik rojava bê hemwelatiyê wê dewletê wî/wê kesî/ê wek hemwelatiyê xwe nabînin (napejirênin) wek mînak reşikê li ewrupa. Di nav Kurdan de ev cûdahî nedihat kirin.Kesê li herêmê xwedî çi mafî ba, ew kesê penaber seranser dibû xwedî wî mafî.

Ger ku di eşîr (herêm) biketana hember hev, wan eşîrên dîtir tevdan ya xwe dikirin yek û diketin navbêna wan de ku dijberî/alozî bi awayekî aşîtiyana bidawî bibûyane. Doza li hevhatinê li wan dikirin. Ger kû aşîrekê xwe „niheq“ bikrana, wê demê herêmên dîtir tevan bi yekbûn li hember „herêma nihaq“ derdiketin û wê herêmê biryarên „rast“ dipejirand an jî dihat mecbûrkirin.

 Ev jiyana gelê Kurd – berî zayînê heta roja niha – didê xûyakirin ka çiqas civaka Kurd pêşketî bû û li ber çava rastdike ka ji ber çi Kurd baweriya xwe bi zagonê dagirkera nayênin û wan napejirênin.

Ji ber van sedeman jî her dema ku dewletên dagirker zagonê (nû) derdixistin li cem Kurdan wek ferman dihatin dîtin. Ferman li vir wek peyvek bi qetlîyam, talankirin û tûnekirin sînonûm dihate dîtin. Herwiha dewletên dagirkeran jî zagonê xwe li himberî Kurdan bi di tiştan bi kar anîye:

  1. Ji bo girtin û zîndan
  2. Kûştin û terorkirin (tirsandin).

 Ji bo gelê Kurd wateya zagonê wan wateya fermanê bû ku tenê ji bo van herdû tiştên li jor dihat bikaranîn. Dema qanûn û zagonê deweletê tên bîra gel tenê ferman tê bîra gel, ne mafên kesayetî yê bingehîn, mafên çandî û olî. Bê gûman tenê zagon ji bo Kurda tên wataya girtin zilm, zor, darvekirin û zindanan. Ji ber ku zagonê dagirkeran tenê ji bo van kiryarên dervayî mirovatiyê hatine bikaranîn û tên bikaranîn. Ev zagon tên bikaranîn da ku zarokên bi navên Kurdî neyên bi navkirin, herêm, gûnd, bajar, çiya û çemên Kurdan bi navên biyanî (navê zimanê dagirkeran) bên naskirin û pejirandin, olên Kurdan neyên qebûlkirin bi fermî û tên qedexekirin. Wek nimûne kesên ji ola êzîdî wek ne ol di nasnameyên wan tên nivîsandin û (X) tê xûyakirin. Ji bo ku Kurd li tevahiya Tirkiyê bên naskirin û ji zilm û zorê para xwe bigrin nasnameyên wan bi mohra sor dihatin çapkirin.

 Kesê zaroyên xwe bi navên Kurdî bi nav biken, herêma xwe, deşt, çiya û çemên xwe bi Kurdî bi nav bikin, ola xwe terk neke li gor dagirkeran dervayî qanûnê digere. Ma ev ne zilm be û ne zor be çi ye? Li hember vê zilmê û zorê Kurdan hertim serîhildana û liber xwe dana,serhildan kirine û ne hatin helandin. Lê zilm û zora li ser zimanê me û ne xwedîderketine (bi zanistî) li zimanê Kurdî xetera herî mezine ku gelê Kurd pê rû bi rû ye. Qampanyak ziman ku herkes cihê xwe têde bigre pêwîste ji bo me. Ma ku zimanê me herê wê Kurdîtiya me li ku bimîne gelo?

 M.Salih Dalini

Ax Kurdistana min <<< 22-09-06

 

Rewşa demoqratîkbûna me kurda <<< 22-09-06

 

Bijî azadî bimrê koletî <<< 22-09-06

 

 

 

 

 

 

 Copyright © Kovara Veger

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 
Nivîskar

Ahmet Gezer

Mehmet Þeker

Ibrahim Ibrahim

Hasan Hüseyin Deveci

Ömer Yüce

Murat Alpavut

Mehmet Bozdað

Mûrûvet Y Cacim

Ishak Köylü

Adem Karaçoban

M.Salih Dalin

 

 

 

 
 

 

 

 
 

 

 

 
 
   
 
 

 

 

 

 
 
 
 

 

 

 

 
 

 

 

 

 

 

 

 

 


     

       Kovara Veger copyright © 2003 - 2006