Dîroka Kurdên Li Anatoliya Navîn

 

Dîroka Kurdên Anatoliya Navînê dûr û dirêje; mirov dikarê di çend konaxan de beþ bike: Berî Mîladê, Berî Îslamê, Serdêma Selçûqîyan, Serdêma Osmanîyan û Dêma Dawî. Emê hîro dizaninî ku, kalê me berî Islamê li herêma “navênd Xorasanê” bûnê. Piþtî Îslamê û bi taybet jî li sala 750 an pm beþêk jê hat Kurdistan û Anadolê. Pêla dûyêmîn bi hatina tirkan ya bervê rojava re hat Anadolê lê hema hema bi temamî jî di dêma Moxolan de hatin Anadolê…Di serdêma Osmaniyan de beþêk ji wan dîsa wegerî Kurdistan, Îran, Aran, Xorasan, Afganîstan û Hindistanê. Yên di nava sînûrên Osmaniyan de manî jî bi piranî ajotin Hama, Humus, Rakka, Haleb û dora çemê Meriç…

 

Buyûna kurda yê li Anadolê gelêk kevnê; yek ji ispata wê yekê ewê ku; êla Canbeg navê xwe dayê Cîhanbeylî (Hespîkeþan) ye. Di dêma dawî de jî êdî kurd li Anatoliya navîn û rojavayê Anadolê bi cîh bûn. Piþtî salên 1600 an emê dibinîn ku kurdê li Îzmîr, Bursa û herêmen dinê Anadolê belav bunê. Osmanî wê yekê tahmûl nakin û piranîya wan bi zorê diþînin (1692) deþtên/çolên Sûrîyê. Kurd li wir gelêk zirarê ji xwêza (germ, bê avî, nixwaþî û hwd) û êrîþên ereban dibînin. Êdî li wir þertên jîyanê kêm dibin û kurd qor bi qor dirêvin Kurdistanê û Çukûrowê. Li çiyayên Torosan, bi Osmanîyan û hevkarên wan kurdan (di serî de Reþî) re sê mahan þer dikin û di dawîyê de teslîmî tirkan dibin. Li wir gelêk kurd tên kuþtin. Tirk, serê 30 rêberê wan jêdikin û di sala 1697 a de razî dibin ku kurdan berdin deþta Anadola Navîn. Ewên ku li destpêkê hatinî piranî êlên Reþîya bûn. Þêxbizin-Lek jê gelêk caran giredayî Reþîyan tevdigerin. Di salên 1715 a de jî Canbeg, Têrikî û Sêwedî hatin. Piþtî wan jî êdî êlên ji Mila, Badilî, Zerikî û yên din qetîyanî hatin nava Anadolê. Beþêk ji wan dîsa çûn rojavayê Turkîyê, lê piranî li dora Anatoliya Navîn bi zorê hatin bi cîh kirin. Federasyon êla herî dawî bi cîh bûyî Reþî bûn; lewra ew gelêk bûn û dewletê nedikarî wana bi rihetî cîh bike. Di wê demê de emê dibînin ku begê Canbegî bi Osmanîyan re hewkarîyê dike û bi destê wî Reþîya jî bi cîh dikin. Piþtî bi cîh kirina êlan, dewlet sîstema xwe digêre û bir rîya Boy Beyî û axayên giredayî wan kurdên li Anatoliya navîn birêva dibe…

 

Li Anatoliya navîn, bi dehan êlên kurdê bi her ziravêkî Kurdî deng dikinî yê hene; ji wana Reþîyê wek fedarasyona êla ne. Federasyona Reþîyan ji wan êlan pêk tên: Xelika, Bilika, Þêxika, Sêvika, Omera, Cûtika, Celika(?), Nasirî, Mifika, Molikan, Berkatî, Oxçiya ne. Êlên dinê serekî jî ewin: Canbeg, Þêxbizin-Lek, Qilorî/Dimilî-Zaza, Têrikî, Sewêdî, Mikaîlî, Rûta, Zerikî, Atma, Mila, Pisî, Sidunî, Badilî, Bazikî û gelêkê dinin.

 

Þêxbizin yan jî bi navê xwe yî esasî Lek, bi ziravê Lekî deng dikin ku, ew nêzikî Lorîyê û li navênda Anatoliyê nêzikî 30 gundên wanê hene. Qilorî-Dimilî yan jî di nava Reþîyan de bi wan kurdana re dibêjin Êrkecigî ku, ew nava yî ji çiya yan jî mintiqê ka li Aksarayê hatiyê girtin û ew kurdana jî ziravê Kirmanckî-zazakî deng dikin. Yên din jî piranî Kurmancin. Tê gotin ku serhêjmara wan kurdana nêzikî milyonek nîvî yê. Heta salên dawî di nav wan kurdanê de bi zimanêkî din deng kirin gelêk þêrm bû û eger yekî deng bikira vê re digotin: ” Devê te qilêr bû, herê biþo!” lê di roja hîro de êdî ewe ji holê rabiyê û mixabin zimanê Kurdî hedî hedî bandora xwe wenda dike!

 

Hîro em dizanin ku parçên kurdên li vê herême yê li cîhên din jî hene; ji Kilisê bigre heta Qersê parçê wan kurdana yê li rojavayê Kurdistanê dijîn. Xêr ji vê, li Arranê-Azerbeycan, Xorasanê-Îran, Gîlanê/Reþt-Îran, Xalxalê-Îran, Afganîstanê, Sûrîyê (çiyayê Kurmenc, Êfrîn, Lazqîyê) û Xaneqînê jî hema êlê dijîn.

 

Piranîya kurdên li Anatoliyê yê sunnî-hanêfî ne; têne kurdên Þêxbizinê þafîî ne. Li dora Kayserî û Sewasê jî kurdên Elewî yê hene. Lê gor lêkolînê min heta demên dawî piranîya wan kurdana yê Sersor-Qizilbaþ-Þîîa bûnê. Eger mirov hîna jî paþ de herê em dibînin ku ewê Zerdûþtî bûne. Hîna jî bandora vî olî yê li ser wan kurdana heyê. Wek mînak dibêjin: ”Bi vê roê/rojê be!” eger parsekcî bê ber malê dibêjin: ”hîn ro neçûyê ava xêrekê bidin!” ”Tû mekê êr/agir gûnehe!” ”Di ser qûligê re me re gûnehe!” ”Oxac kûro” tê gotin ku hemî yê ji dînê Zerdûþtî mane…Mînaka vê herî balkêþ ewê ku Reþîyên li Rûsya yê Êzdî, yên Xorasanê þîîa, yên li Kolik û Konya yê sunnî-henefî ne.

  

Kurdên li Anatoliya Navînê, li dora bajarên mîna: Ankara (Haymana, Bala, Polatli, Beypazari), Konya (Cihanbeyli, Kulu, Yunak), Çorum, Yozgat, Kayserî, Sewas, Kirþehîr, Aksaray,  Adapazari dijîn. Hîro gelêk ji wan kurdana yî koçê Awrûpa kirinê û li wir dijîn. Yanî hîna jî koçberî ya me teva nebiyê.

 

Gotinêka mezinê kurdên Anadolê heyê ku dibêje: ”Gîya li kokê xwe dûrizê”; koka me jî bê guman welatê rojê Kurdistanê. Kî dizanê? Belkî rojêke koçberîya dawî ya bervê wir bibe…

 

Þoreþ Reþî

2006.06.30

Stockholm