ÇÎROKA PÎRÊ Û RUVI
Rojek hebû nebû kes ji xwedê mestir nebû, rehmet lî bavê xandewanan biwxînin vê çîrokê.
Rojekê ruvîyek hebû tim mirişkên pîrê dixwarin. Pîrê rokê xwe da benda rûvî da ku bigre. Ruvî weka her carê dîsa hat ber derê pinîyê ku mirişkekê bi xwe re bibe. Pîrê xwe ji nişkeva avête ser ruvî, qîje qîja ruvî û bara bara pîrê tew li hev bû rûvî xwe rakişand ku ji destên pîre xwe xelas bike. Rûvî xwe ji destên pîre filîtand lê boçka xwe di destên pîre de ma.
Ruvî bi dilekî poşman vegerî ba hevalê xwe, hevalên wî dîtin ew bê boçe dest bi ken, qirf, qesel û henekan kirin. Ruvî ji ber vê rewşe pir fedî kir tu qul nedît ku bikevê.
Ruvîyê feqîr kûr û hûr fikirî ka çi bikira û çi nekira, çing bikare boçka xwe ji pîre bistîne. Lê tu çare nedîn, vegerî ba pîrê, ruvî got pîrê: ketim bextê te min kir tu neke, min di nav hevalan de rûreş meke bide boça min.
Pîre mezkir kûr kûr fikiri û bi şertekî qebûl kir, got tê here tasek şîrê bizine ji min re bînî ezê boça te hîngê bidim te. Ruvî bi lez û bez çû ba bizinê got bizin, bizin şîr bide, ji bo pîrê dixwazim, ku tu şîr bidî min wê pîr jî boça min bide. Bizine got here çiloyê darê ji min ra bîne ezê bixwûm ku şîr bidim. Ruvî çû hêla darê got darê, darê çilo bidê ji bo bizine, bizin jî hîngê şîr dide min ezê şîr bibim ji pîrê re ewê hîngê boçka min bide min. Ez ketime bextê te şîr bide min.
Darê got here ji ava kanîyê ji min re bîne û bide min. Ruvîyê xizan rabû çû ba kanîya avê û jê re got: kanî, kanî tu yê avê bidî min û ezê wê avê bibim li darê bikim da ku dar şîn bibe û pelikan derxe. Ezê wan pel û çiloyan bibim ji bizinê re. Bizin wê wana bixwe û were şîr. Dema tasek şîr da min ezê bibim ji pîrê re ku soz da min wê poçka min li min vegerîne. Yanî avê bidime darê, dar wê çilo bide ,çilo bidim ji bo bizine, bizin şîr bide, şîr ji bo pîre bibim ,pîr boçka min bide.
Kanîyê got here keçikên gund bîne bila li dor min gowendê bigrin, ruvî çû ba keçikên gund, ruvî got keçîkno, keçîkno werin li dor kanîyê gowendekê bigrin pê û panîyan li herdêxin, bila hîngê kanî avê bide min, ezê avê bibim bo darê, dar jî çilo ji bo bizine bide, bizin jî şîr ji bo pîre bide, pîr jî di dawîyê de boçka min dide. Keçika got here ba koşkêr bila merasê panîyên wan bilind ji mera çeke, ruvî çû ba koşkêr got: koşkar koşkar ji keçikên gund re merasên panî bilind çêke, keçik pê û panîyan li herdêxin û govendê bikşinîn li dor kanîyê, kani jî wê avê bide darê, dar jî wê paşê çiloyan bide bizine, bizin wê şîr bide pîrê, pîr jî boçka min bide min. Koşkêr got here ji min re hêka ji ba mirişkê bîne, ruvî bi stûxarîyê çû ba mirişkê, got: mirişk, mirişk hêka bide bo hostê merasan , hostê merasan jî wê çend cot meras çêke ji bo keçikên gund, keçik jî gowendê digrin li dor kanîyê, kani pê şabe û avê bide bo darê, dar jî çilo bide bo bizinê, bizin şîr bide bo pîrê, û di dawîyê de pîr jî boçika min bide. Mirişkê hêk dane ruvî, wî jî hêk dane hoste, hoste jî meras ji keçikan re çekirin, keçikan gowend li dor kanîyê gerand, kanî pê şabû av da darê, darê çilo dan bizinê, bizinê şîr da pîrê, pîrê jî boçka ruvî yê ku bi heft renga xemilandî da ruvî, ruvî bi boçka xwe ya rengîn pir şabû çû cem hevalê xwe. Hevalê wî boçka ya rengîn dîtin û bi şunde gotin ew çi boçka wenga rinde, te ew ji ku anî?. Ruvî fikirî ka wê cewabeka
çawa bida wan û ew bixapandana. Hema got: min va boçka ji gola binê gund derxist
Ruvîyên din meşin çûn golê, xwe berdan nav avê, dîtin ku gol pir kûre, hema hema wê vetisîyana bi lez avjênî kirin û ji golê bi derketin. Ruvîyê me yê boçik rengîn jî têra xwe bi wan dikenîya.
Ahmet Gezer